Mijdar 08, 2025 13:59 Asia/Tehran
  • Jibîrkirina navan; divê em çi bikin?

Hema bêje pirraniya me rûbirûyî vê yekê bûne ku kesekî dibînin, bi hev ra diaxivin û dibişirin, lê çend kêliyan piştra navê wî ji bîra me diçe.

Ev dibe ku bûyereke xwerû were xuyakirin, lê derûnnas bawer in ku jibîrkirina navan tenê şaşmayîna bîr û hafîzeyê nîne; belkî nîşaneyek ji şêwaza me'eifî, lêhûrbûna zihnî û heta bigire pergala nirxdanîna me der hqê pêwendiyên mirovî ye.

Pêwendiya bîr û têkiliyên mirovî

Dema ku em navê kesekî dixin bîra xwe, bêyî hemdê xwe giringiyê didine wî û dema ku wî ji bîr dikin, dibe ku em vê peyamê bidin ku amadebûna wî ji bo me ewqasî giring nebûye. Loma bîr û têkiliyên civakî pêwendiyeke dualî hene.

Çima hinek navê mirovan rehettir ji bîr dikin?

Li gorî şiroveya derûnnasane, kesên ku navan ji bîr dikin pirranî afirîner û hizirmend in û di kêliya niha da dijîn. Bi gotineke din, zihnê wwan ji bo têgihîştina kûrahiya têkiliyê çalak e, ne ji bo jiberkirina navan.

Lêkolîna binkeya zanistî ya PMC'yê nîşan dide ku Bîra Epîzodîk di vî warî da rol digêre; çiqasî hevdîtinek ji hêla hestî yan ezmûnî û tecrubî va watedar be, îhtimala tomarbûnê di bîra demdirêj da zêdetir e.

Rêbazên sade ji bo bibîranîna navan

1. Dubarekirina navî di kêliya danasînê da: Dema kesek navê xwe dibêje, derdem wî di bersivê da dubare bike da ku di bîra çalak da tomar bibe.

2. Avakirina wêneya zihnî: Navê kesê têkildar bi dîmen ji rûvek, deng an taybetmendiyeke wî girêbide.

3. Qeydkirina notên zihnî ya nivîskî: Piştî hevdîtinê, çend kêliyan demê terxan bike da ku nav dubare bibe yan jî li ser mobaylê binivîse.

4. Lêhûrbûna tam di kêliya danasînê da: Ji fikirîna li bersiva din an dadwerîkirina rûvekî xwe dûr bigire û tenê bala xwe bide ser bihîstin û dubarekirinê.

5. Rastgoyî di mijara jibîrkirinê da: Eger te nav ji bîr kir, bi rêzdarî ji nû va bipirse; ev rastgoyî bi giştî germbûn û nêzikatiyeke zêdetir dabîn dike.

Dûhatên civakî yên jibîrkirina navan

Di rewş û mewqiyên fermî yan karî da jibîrkirina navan dibe ku têgihîştineke nerênî pêk bîne û wek nîşaneyek ji sersariyê were zanîn. Li hember vê yekê, di têkiliyên nêziktir da, bi giştî ev jibîrkirin bi bişirîn an henekê tê cebirandin û dibe derfetek jibo gotûbêj û nêzikatiya zêdetir.

 

Serepeyv