Sûd û feydeyên xwarina xwezayî çi ne? - Beşa Duyem
Berçavgirtina tenduristî û jiyana mayînde, bijartina xwareka xwezayî û veneguhertî bûye mînakeke hezkirî li nav civakên cûrbicûr da.. Vê cûreya xwarekê ne tenê ji hêla xwariniyê va alîkariya leşê mirov dike, belkî roleke giring di baştirkirina xebata sîstimên cûrbicûr ên leşî, piştevaniya ji cûtyarên xwecihî û kêmkirina bandorên wêranker ên jîngehî heye.
Xwarina xwezayî çi ye û çi giringiyeke wê heye?
Xwarina rasteqîne yan xwarina xwezayî ji van xwarinan ra tê gotin:
Nehatine veguhertin; yanî di çend pêvajoyên guhertinê ra derbas nebûne.
Madeyên kîmyayî li wan nehatine zêdekirin.
Lêvanlêv û tijî ji madeyên dewlemend in.
Di beşa duyem a vê nivîsarê da em ê bi hev ra sûd û feydeyên din ên bikaranîna xwarekên xwezayî vekolînin:
10 - Kêmkirina metirsiya nexweşiyan: Hebûna xwareka xwezayî di pergal û bernameya xwarinê da alîkariya dide kêmkirina xetera nexweşiyan; weke pergala xorakî ya Medîteraneyî.
11 - Antî-Oksîdan: Antî-Oksîdan hin pêkhate ne ku ji bo rûbirûbûna digel radîkalên azad ku dikarin ziyanê bigihînin xaneyên leşî, alîkar in.
12 - Sûdmend ji bo rîviyan: Xwarina xwezayî ji bo Mîkrobyûma rîviyan ku di pergala mehandina xorakê ya leşê mirov da dijî, sûdmend e.
13 - Pêşîgirtin li pirrxwarinê: Bikaranîna xwarinên veguhertî dibe sebeba pirrxwarinê
14 - Xurtkirina tenduristiya dev û didanan: Didanên saxlem feydeyeke din a xwarinên xwezayî ye.
15 - Alîkarî bo kêmbûna daxwaza şekirê: Pergala xorakî ya li gorî xwarina xwezayî dikare meyl û daxwaza xwarina şîraniyan kêm bike.
16 - Bihêzkirina pergala ewlehiyê ya leşî: Bikaranîna xwarinên veneguhertî û dewlemend dikare pergala ewlehiyê ya leşî bihêz bike.
17 - Alîkarî bo baştirkirina razanê: Hinek xwarinên xwezayî dikarin xew û razana mirov baştir bikin.