Cotmeh 31, 2025 12:10 Asia/Tehran
  • Bîra hestî çi ye û çawa dixebite?

Bîra hestî cûreyeke bîr û hafîzeya demkurt e ku bi rêya pênc hestan  gelek zanyariyan li ser handêrên hestî tomar dike.

Di vê nivîsarê da em ê cûreyên vê bîrê, taybetmendî û nimûneyên her yek ji wan şirove dikin.

Bîra hestî çi ye?

Bîra hestî yanî hilgirtina demkurt a zanyariyên bidesthatî ji hestên cûrbicûr. Zanyariyên demkurt di vê cûreya bîrê da tên tomarkirin da ku piştî bidawîhatina handêrên hestî, proseskirin û vekolandina zanyariyan pêkan be. 

Ev cûreya bîrê vê derfetê dide mirov ku hin kurte têgihîştinan ji zanyariyan biparêze da ku bikare cîhana hawîrdora xwe baştir nas bike û pê ra danûstan bike. Gerçî ku ev cûreya bîrê bîreke demkurt e, lê xwedan bandoreke zehf e.

Cûreyên bîra hestî:

1    - Bîra ssembolîk
2    – Bîra dengvedanî
3    – Bîra pelandin û lemskirinê

Bîra hestî çawa dixebite?

Di her kêliyeke jiyanê da hestên mirov berdewam derbarê tiştên ku ew dibihîze, dibîne, bêhn dike, tam dike û hest dike, gelek zanyariyan werdigire. Gerçî ku mumkin e evna hin zanyariyên giring bin, lê tu rêyek ji bo bibîrxistina hemî hûrgiliyên ku mirov di heman kêliyê da tecrube dike, tuneye.

Bîra hestî tiştek mîna 'Wêneyê lezgîn' ji cîhana hawîrdora mirov pêk tîne û vê derfetê dide mirov ku bala xwe bide ser hûrgiliyên têkildar. Ev cûreya bîrê dihêle ku em bi kurtasî sêwirandinek ji handêrê hestî biparêzin û piştra hûrgiliyên giring veguhezînin bîra demkurt.

Taybetmendiyên bîra hestî

Bîra hestî ji hêla heyam û kapasîteyê va sînordar e. Derdem digel zanyariyên nû tê dewsgirkirin. Taybetî haleta hestkirinê ye, wek mînak bîra dengvedanê tenê zanyariyên ku tên bihîstin, bîra sembolîk û hêmayî tenê zanyariyên dîtbarî û bîra pelandin an jî lemskirinê tenê zanyariyên têkiliya lênêzikatiya fîzîkî hildigire.

Serepeyv