Cotmeh 29, 2025 12:11 Asia/Tehran
  • 3 stratejiyên sade yên rêveberiya demê ji bo hemîyan

Dem darayîyeke binirx e ku bi awayekî beranber ji bo hemîyan berdest e, lê hinek hest dikin ku têra xwe dem tunene. Kilîdê çareseriya vê pirsgirêkê birêvebirina kar û demê ye.

Di vê nivîsarê da çend rêkar û stratejiyên sade ji bo birêvebirina demê tên pêşniyazkirin:

1 – Wergirtina tam û lezetê ji demê: Watedarkirina demê

Li dewsa derbaskirina demê bi awayekî pasîv û bêtevger, dema xwe ya vala û betlane ji bo pêkanîna kar û xebatên watedar û îlhambexş bi kar bîne da ku roja te têrtijî bibe.

 

2 – Hunera jêbirinê: Azadkirina demê

Çalakiyên ku hêz û enerjiya te têk didin an jî bêhedarî û strêsê pêk tînin, nas bike û wan ji jiyana xwe jê bibe.

 

3 – Hêza dewsgirkirinê: Dewsgirkirin digel ewlewiyetan

Pabendî û karên bê sûd û feyde digel çalakiyên hevtûş digel armancên xwe dewsgir bike da ku behrewerî û sûdwergirtina te ji demê zêdetir bibe.

 

Bi berxwegirtina van sê stratejiyan dikarî kontrola dem û jiyana xwe careke din bigirî destê xwe û sûdeke zêdetir jê wergirî.

Serepeyv