Cotmeh 25, 2025 18:15 Asia/Tehran
  • Qeyrana nûciwaniyê çi ye û çawa divê digel nûciwanan tev bigerin?

Qeyrana nûciwaniyê ji ezmûnên herî dijwar di serdema derbasbûna ji zarokatiyê bo meziniyê ye.

Di vê qonaxê da mirov tûşî guherînên lezgîn di hest, hizr û têkiliyên civakî da dibe.

Qeyran di serdema nûciwaniyê da dewreyeke aloz ji guherînên heyecanî, meirifî û reftarî ye ku pirranî di temenê 12 heta 18 saliyê diqewimin. Beşeke zêde ya guherînên xû û reftarê di vê heyamê da xwezayî ne. Lê heke ast û dubarebûna wan zêde be dikare nîşana qeyranê be.

Hinek ji van nîşaneyan ev in:

Xem an bêhêvîtiya demdirêj

Hêrişkarî yan hêrsbûna berdewam

Xwedûrkirina ji malbatê û hevalan

Derketina pirsgirêkan li dibistanê

Bêmoralî û westiyana demdirêj

Nerazîbûn ji taybetmendiyên rûvekî

Bêhêzî di lêhûrbûnê da

Henekkirin an axaftin li ser mirin û xwekujiyê


Hokarên ku dibine sebeba qewimîna qeyranê di heyama nûciwaniyê da

Guherînên hormonî û leşî

Bandorên malbatî

Hokarên derveyî û şert û mercên aborî

Bandorên biyolojîkî û genetîkî

Di vê qonaxa geşekirinê da, nûciwan dest bi venihêrîna li ser nirx, baweriyên dînî yan çandî yên xwe dike û hin pirs jê ra derdikevin.

Serepeyv