Danasîna wêrekiyê û peydakirina kokên tirsê - Beşa 1
Wêrekî heman hêza hundirîn e ku dihêle em digel kêşe û dijwariyan rûbirû bibin, rîsk bikin û li hember tirsên xwe bi ser kevin.
Dema em li çîrokên hemasî, werzîşkarên mezin an karsazên serkeftî difikirin, wisa bawer dikin ku ew ji madeyekî ciyawaz hatine xuliqandin; hin mirov in ku hest bi tirsê nakin. Lê belê eva baweriya çewt a herî mezin û wêranker derbareyê wêrekiyê ye.
Danasîneke dubare ji wêrekiyê: Hunera berziyanbûnê
Pêngava yekem û herî giring ji bo wêrekbûnê têgihîştina wateya wê ya rasteqîne û nûjen e. Ji bo vî karî divê em ji danasîna wê ya kevn dûr bikevin û berê xwe bidine lêkolîna derûnnasên berçav wekî Dr. 'Brené Brown'. Wî piştî bi salan lêkolîna li ser berziyanbûn, şerm û wêrekiyê ev danasîn raber kir: "Wêrekî yanî rûbirûbûn digel rewşeke tirsnak û nedilniya, tevî berziyanbûnê û bêyî ti misogeriyek ji bo encamê."
Li vir em dixwazin vê danasînê bi hûrî şirove bikin.
Wêrekî yanî:
Nebûna tekûzî û hetmîbûnê: Wêrekî di rûbirûbûna digel nebûna tekûziyê wateya xwe dibîne.
Berziyanbûn: Wêrekî pêkhatî ji pejirandina îhtimala şikest û qewirînê ye.
Rûbirûbûn: Wêrekî kirdeyeke çalakane ye ku pêngavrakirina ber bi tirsan di xwe da dihewîne.
Bi vî rengî, kesekî wêrek kesek nîne ku hest bi tirsê nake; berovajî, kesek e ku tevî hestkirina bi tirsê, pêşwaziyê lê dike û nahêle ku tirs bibe biryardera herî dawî ya jiyana wî. Wêrekî vebijartina nirx û bihayê li hemberî rehetîxwaziyê ye.
Anatomiya tirsê: Çima em ditirsin?
Ji bo ku em bizanin çawa netirsin û wêrek bin, divê destpêkê dijminê xwe yanî tirsê nas bikin. Tirsa bi wateya xwe ya gewherî mekanîzmeke mayîna biyolojîkî ye ku ji bo parastina me li hemberî xetereyên rasteqîne û fîzîkî (weke êrîşa tebayekê) bi dirêjahiya demê ra di mejiyê mirov da geşe kiriye û gihîştiye nifşa îro. Ew beşa mejiyê me ku bi teşeyê behîvê ye û jê ra 'Amîgdal' tê gotin, navenda sereke ya pêvajokirina tirsê ye û di rûbirûbûna digel metirsiyê da, berteka 'Şerrkirin an reviyan'ê çalak dike.
Lê di cîhana îroyî da, ev pergala hişyarîder a kevn pirranî ji aliyê xetereyên 'derûnî' û 'civakî' ku tevî gefa fîzîkî nînin, tê çalakkirin.
Tirs bi giştî di van sê desteyan da cih digirin:
1 - Tirsa ji tiştên nenas
2 - Tirsa ji qewirînê
3 - Tirsa ji şikest û serneketinê
Em ê di beşa duyem a vê nivîsarê da 7 rêçareyên pratîkî ji bo ku wêrek bin û netirsin, pêşkêş bikin.