Taybetmendiyên Lalengîyê; mêweyek ecêb û sûdmend ji bo tenduristiyê
Lalengî yan 'Narengî' ji mêweyên hezkirî û xweş ên demsala payîzê ye. Mêweyê lalengiyê û postê wê gelek feyde û taybetmendiyên xwe yên dermanî heye.
Lalengî dikeve çîna mêweyên sar û şil. Gelek sûd û feydeyên wê ji bo leş û tenduristiyê hene ku di vê nivîsê da em dixwazin wan destnîşan bikin.
Nirx û bihayê xorakî
Lalengî rêjeyeke berçav a Vîtamîna C û madeyên kanzayî weke Potasyûm, Kelsyûm, Menyezyûm û Hesin e. Nirxa xorakî ya hebek lalengiyê babetên xwarê dihewîne:
Kalorî: 40
Çewrî: 0.2 Gram
Sodyûm: 1.5 Gram
Kerbo-Hîdrat: 10.1 Gram
Rîşal: 1.3 Gram
Şekir: 8 Gram
Proteîn: 0.6 Gram
Vîtamîna C: 0.26 Gram
Taybetmendiyên lalengîyê:
Lalengiyê gelek feyde û taybetmendî hene ku ev taybetmendî ji ber hebûna rêjeya bilind a rîşal, xwêyên kanzayî û vîtamînan e. Ji taybetmendiyên lalengiyê em dikarin amaje bi babetên weke dermankirina nefx û werrimînê, taybetiya jêbirina jehrên leşî, safkirina xwînê, bihêzkirina hestî û kakûtê, dermankirina sergêjîyê, dermanê xewhêner, kêmkirina tayê, jêbirina tîrbûn û çirratîya xwînê di leşî da, dermankirin û sekininandina kuxikên zivistanî, kêmkirina zexta xwînê, kêmkirina giraniya leşî û taybetiyên dijî girjbûna masûlkeyan bikin.
Hinek taybetmendî û feydeyên din ên lalengîyê:
Baştirkirina tenduristiya dil û rêkkirina zexta xwînê
Baştirkirina xû û mirûzê mirov
Xurtkirina sîstema ewlehiya leşî
Tenduristiya sîstema mehandinê û alîkarî bo herskirina xorakê
Tenduristiya post û por
Taybetmendiya dezenfektekirinê
Rêgirtin li Nexweşiya Şekirê
Pêşîgirtin li krîza dil
Sûdmend ji bo heyama ducanîbûnê
Bibandor di kêmkirina giraniyê û dijî qelewiyê
Sûdmend ji bo tenduristiya pidîyan
Tenduristiya çavan
Pêşîgirtin li pîrbûnê
Xurtkirina globûlên sor ên xwînê
Bibandor di zelem û cemidînê da
Pêşîgirtin li çêbûna kevirê gurçikê