Teknolojiyê çawa bandor li hevxemîyê kiriye?
Gelek caran ji bo ku em hest an hizrên kesên din tê bigihêjin, xwe li dewsa wan datînin û bi wan ra dikevin hevxemî û hevdilîyê.
Dibe ku em wisa bifikirin di cîhana teknolojiyê da tu cîyek ji bo hevxemîyê tuneye; lê pêşketina bilez a amûr û alavên têkilîdanînê tiştekî din nîşanî me dide. Bi pêşketina teknolojiyê ku bûye sebeba berfirehbûna rêyên têkilîdanînê, têkiliya mirov digel teknolojiyê zêdetir giring bûye.
Têkiliya navbera teknolojî û hevxemîyê
Di destpêkê da, teknolojiyê tu têkiliya xwe bi hevxemîyê ra tunebû û tenê bi armanca alîkarîya bo mirovan ji bo pêkanîna erk û çalakîyên cûrbicûr hat pêşxistin. Bi vî halî, bi derbasbûna demê ra me dît ku çiqasî teknolojî bi pêş ketîye, ewqasî jî pêwendîyên hevxemî û hevdilîyê navbera mirovan zêdetir bûne.
Eger teknolojî bûye sebeba kêmbûna hevxemîyê di jiyana kesekî da, em nikarin vê encamê jê wergirin ku hertim wisa bûye. Herwisa em nikarin vê yekê înkar bikin ku bikaranîna neguncaw a teknolojîyê dibe ku çi dûhatên cidî û bigire metirsîdar bi xwe ra bîne.
Torên civakî ku wek warekî serekî yê teknolojîyê tê hesan, îro rojê bûye beşeke giring a jiyana rojane ya her kesî. Torên civakî helbet gelek sûd û bandorên erênî hene, ji wan:
Zêdekirina hesta xwebawerîyê
Zêdekirina hevaltî û lêknêzikbûnê
Baştirkirina Bazarbînîya Dîjîtal (Dîjîtal Marketîng)
Derfeta nîşandana feraset û potensiyêlên derûnî
Helbet li rex van bandorên erênî, babetên nerênî jî hene; Hegerek eva ye ku heta eger torên civakî derfeta peydakirina hevalên nû û hêsankirina pêwendiyên serhêl bidine me, pisporiyên me yên civakî û çêkirina pêwendiyê zêde nakin. Hegereke din ev e ku têderxistin û diyarkirina hest û sozê bi rêya çet û têkiliya mecazî gelekî dijwar e. Mirov nikare zimanê leş an jî rewş û haletên rûyê aliyê hemberî xwe bibîne û têkilî tenê di asta hin hestan ku bi rêya xwendina çend peyvan tê wergirtin da, sînordar dibe.
Çima teknolojîyê hewceyî bi hevxemîyê heye?
Têgihîştina tam û tekûz a tevgeriyana mirov roleke xwe ya giring di çêkirina app an jî alavên li gorî dilê bikarêner heye. Li vê derê em dibînin ku dahênan û xuliqkariyên di warê teknolojîyê da jî hewceyî hevdilî û hevxemîyê ne. Pêşxer û endazyarên pispor di teknolojîyê da van alavan ji bo mirov çê dikin. Armanca wan alîkarîya bo mirovan ji bo kêmkirina asta kar û pêkanîna hêsan a wan e û ev yek bêyî berçavgirtina hest û têkilîyên mirovî ne pêkan e. Di halekî da ku ew divê hevsozî û hevdilîyê ji bo têgihîştina reftara bikarêneran bi kar bînin.