Îlon 20, 2025 10:33 Asia/Tehran
  • Hokarên îlhambexş ji bo jiyan û serkeftinê

Li vê nivîsarê pêkeve awirekî didine hokarên îlhambexş û handêrên erênî di warê jiyan û serkeftinê da.

Diyar e ku ev hokar ne reçeteyek ji bo serkeftinê û ne jî nexşerêya serkeftina herî dawî di jiyanê da ne, belkî tenê handêrên îlhambexş in ji bo bîranîna xalên hêvîder ku hatine jibîrkirin.

 

Hebûna bawernameya perwerdehiyê yan jî hebûna pisporiyê

Bawernameya perwerdehiyê sembola zanista fermî û bingehîn e. Ev bawername dikare di gelek waran da deriyên derfetên karkirinê li ser mirov veke. Lê pisporî û hostetî jî ewqasî giring in; Pêkevebûna bawernameya perwerdehiyê û pisporiyên pratîkî, rêya serkeftinê xweş dike.

 

Derketina ji qada xwe ya ewleh

Qada ewleh ew cih e ku mirov tê da hest bi rehetî û hêminiyê dike. Li vî cihî mirov dikare bêyî ku tirsa ji dadwerîkirin an têkçûnê hebe, dest bi dahênan û xuliqkariyê bike. Rûdanên cadûyî demekê diqewimin ku mirov bi aramî û terkîzê, bikare raman û potensiyêlên xwe bixe tevgerê.

 

Her têkçûnek kelpîçek ji bo avahiya serkeftinê ye

Serkeftin û têkçûn du rûyên sikeyekê ne. Serkeftin encama hewldan, têkoşîn û hînbûna ji têkçûnan e. Têkçûn jî beşeke rêgeha serkeftinê ne. Bêyî cerribandina têkçûnê, serkeftinên mezin dê nekarin bên bidestxistin.

 

Ji bo dewlemendbûnê divê mirov xwe bi pêş bixe

Perwerdehiya fermî bingehek ji bo têketina nav gelek kar û pîşeyan e. Lê hînbûna berdewam vê şiyanê dide mirov ku zanist û pisporiya zêdetir bi dest bixe. Hînbûn dikare rêyên nû ji bo bidestxistina serwet û saman û serkeftinê ava bike.

 

Serkeftî ji têkçûnê ders werdigire, lê derdayî jê direve

Serkeftî û kesê birî kî ye? Derdayî kî ye? Serkeftî kesek e ku her derfetekê ji bo hînbûn û pêşketinê bi kar tîne û têkçûnan wek pilekanek ji bo serkeftinê dibîne. Derdayî ew kesa ye ku ji dijwarî û pirsgirêkan ditirse û ji têkçûnan ji bo serkeftinê sûd wernagire.

 

Divê mirov derfetê bide raman, proje û hewldanên xwe

Gelek ji serkeftin û destkeftan hewcedarî dem û sebirkirinê ne. Têkoşîn û sebir kilîda sereke ji bo bidestxistina armanc û xewn û xeyalên pêşerojê ye.

 

Destpêk dijwar e, lê her tişt hêdî hêdî baştir dibe

Destpêkirina karekî nû yan gihîştina li armanceke mezin dikare dijwar û tijî berbend be. Lê bi derbasbûna demê û wergirtina ezmûn û tecrubeyê, hemî tişt hêsantir û baştir dibin.

 

Qonaxa 2 ya xwe digel Qonaxa 12an a kesên din qiyas neke

Her kesek di rêya serkeftin û jiyana xwe da qonaxên ciyawaz derbas dike. Qiyaskirina xwe bi kesên din ra dikare bibe sebeba bêhêvîtî û kêmbûna xwebaweriyê; baştir ev e ku mirov li dewsa qiyaskirina xwe digel kesên din, bala xwe bide ser pêşketina xwe.

 

Serepeyv