Tîrmeh 02, 2025 14:14 Asia/Tehran
  • Berhemanîna goşt ji proteîna gulberojê; pêngavek ber bi ewlehiya xwarekê

Zanyaran bi bikaranîna proteîna dendikê gulberojê, cûreyek xwarina giyayî ya nû wek dewsgira goşt berhem anîn.

Li gorî rapora IRNAyê ji zarê Malpera Earth'ê, Lêklerên Enstîtûya Teknolojiya Xwarekê (ITAL) û Zanîngeha Campinas'ê li Brezîlê bi hevkariya Enstîtûya Endazyariya Pêvajo û Pakêtkirinê ya Fraunhofer'ê li Almanyayê, xwarineke giyayî ya nû berhem anîne. Ew hewl didin ardê dendikê gulberojê veguherînin dewsgireke guncan ji bo goşt. Ev pêşketin ne tenê bijardeyên xwarinê yên Giyaxoran (Vegetarians) û Veganan (kesên ku ji bilî goşt, ti yek ji berhemên din ên ajelan jî bi kar nayînin) zêde dike, belkî ji bo hezkiriyên goşt jî bijardeyeke jîngehdost raber dike.

Gulberoj çawa vediguhere bo goşt?

Destpêkê rûnê dendikên gulberojê tê girtin. Piştra tiştê mayî tê hêrandin û vediguhere bo ard; lê ev berhema nû pêkhatî ji qalik û pêkhateyên fênolî (Phenol) ye ku rengê ardî tarî dikin. Vêca koma lêkolînê bi jêbirina van madeyan, ev ard ji bo bikranîna mirov guncan kir.

Ard piştî jêbirina van madeyan veguherî bingeheke guncan ji bo du cûreyên dewsgirê goşt. Ji bo çêkirina cûreya yekem, ardê çêkirî ji dexl û danê birjandî hat bikaranîn û ji bo çêkirina cûreya duyem jî proteîna gulberojê. Li her du pêkhateyan, tozê bacanê sor û biharat jî hat zêdekirin. Di dewamê da rûnê gulberojê, rûnê zeytûnê û rûnê tovê ketanî bi mebesta zengînkirina xwarinê û baştirkirina tamê li wan hat zêdekirin.

Encamên van cerribandinan hêvîder bûn û bûrgerên proteîna gulberojê tameşe xweştir hebûn.

Serepeyv