Keveşka serî ji ber çi çêdibe
Keveşka serî yan kelpika por, ew pirtikên sipî ne ku li ser çermê mirov bi taybet li çermê serî derdikevin.
Diyar e ku derketina keveşka serî (dandruff) nexweşî nîne, belkî haleteke xwezayî ye ku dikare ji hêla ciwanî û dîtbarî va rewşeke nahez û naxoş çêbike.
Di vê haletê da, çermê serî bi lez çêdibe û xaneyên mirî dest bi weşîn û veqetiyanê ji çerm dikin; ev rewş li gorî temen, paqijragirtina serî, cihê jiyana mirov, her wiha sirûşt û taybetmendiyên bedenî yên wî diguhere.
Keveşka serî zêdetir di serdema pêgihîştin û derbasbûna ji temenê nûciwanî bo xortaniyê derdikeve; serdema ku çalakiyên leşê mirov û çerm tûşî guherînê dibin. Çiqasî temen ber bi jor va biçe, em çalakî zêdetir dibin heta ku hêdî hêdî di navseretiyê da kêmtir dibin.
Di rastiyê da tu çareseriyeke bingehîn ji bo keveşka serî tune, lêbelê ev halet dikare were kontrolkirin. Rêya herî baş ji bo çareserkirina keveşka serî paqijragirtina por û çermê serî bi awayekî berdewam e. Her wiha hin şampoyên dije keveşk dikarin bo heyameke diyarkirî werin bikaraîn.