Nexweşiya Fê yan Perkemê çi ye
Perkem an jî Fê (Epîlepsî) nexweşiyeke pergala demarî (esebî) ye û kesên ku tûşî vê nexweşiyê dibin carinan ji nişkê va rastî heyameke girjbûnê dibin û bê hiş dikevin û haya wan ji xwe namîne.
Li gorî texmînan, sedî 0.5 ji xelkê cîhanê nexweşiya Perkemê bi wan ra heye. Rêjeya tûşbûna bi vê nexweşiyê li nav mêran û jinan 10 bo 8 e. Pisporan heta niha nekariye şiroveyeke tevav li ser hokarên tûşbûna bi Perkemê raber bikin. Lê li gorî şiroveya ku heta niha li ber dest e, xebata asayî ya mejî di heyama pêgirtina Perkemê da radiweste. Xaneyên mejiyê tûşbûyîyên Perkemê li hemberî guherînên kîmyayî pirr hestyr in. Ji ber vê yekê dema ku guherînek pêk tê, mejî bargeyên (charge) vala werdigire û ew yek dibe sebeba girjbûna wî.
Hêrişên Perkemî di encama derba mejî yan lêketina tiştekî li serî yan hebûna birînekê li nav mejî yan tayeke giran an hebûna werimîna mejî yan jî tevliheviya di dema veguheztina xwînê da diqewimin.
Hinek kes jî ji ber av û agir tûşî Perkemê dibin. Hinekî jî li hemberî bêhneke diyar pirr hestyar in û bi vê haletê dikevin. Her wiha dibe ku ev nexweşî mîrateyî be.