Adar 17, 2025 16:20 Asia/Tehran
  • Rewşa Piyê Saf çiqasî berbelav e û hokarên wê çi ne

Binê piyên mirov li hêla hundirîn bi awayekî kevanî ne ku ev şikla kevaneyî bi alîkariya komelek masûlke û jê anku tendonan pêk tê. Ev forma kevaneyî alîkariya mirov di meşiyanê de dike û vî karî hêsan dike.

Lê di hinek mirovan da ev forma kevaneyî tuneye, belkî ew hêla hundirîn a piyên wan wek ku di wêneyê da jî tê dîtin tijî û text (saf) e. Tê gotin derdora sedî 20 ji xelkê piyên wan saf in an jî ev rewşa kevaneyî di piyên wan da nizimtir e. Ew rewş dibe sebeb ku dema birêçûnê da yan dema rawestiyana li ser piyan bo heyamekê êş û azarê di gwîzika pê, jinû û carinan jî li beşa jêrîn a pişta xwe hîs bikin. Her wiha bi dijwarî dikarin bibezin.

 

Hokarên vê rewşê li gorî nêrîna pisporên vî warî dikarin ev bin:

  • Mîrateyî
  • Jihevbizdîna masûlkeyan
  • Nexweşiya Bayê (Romatîzm) û hawkirina movikan
  • Têkçûn an jî jikarketina tendona ku forma kevaneyî ya pê çê dike.

 

Çareserî

Çareseriya textbûna pê ji kesekî bo kesê din diguhere; bi awayekî ku dibe ku kesên ku êş û jana wan tune, pêwîst neke serdana pizîşkê taybet bikin.

Bi giştî pisporên tenduristiyê şîretî kesên "Pêsaf" an Pêtext dikin ku pêlavên taybet li piyê xwe bikin û cûreyên temrîn û sporên taybet bo baştirkirina forma kevaneyî û kêmkirina êşa piyên xwe pêk bînin.

Her wiha kesên ku kêşa bedena wan zêde ye û tûşî Nexweşiya Şekirê ne, anegorî kesên din êş û azara vê rewşê li wan girantir û zêdetir e.

Serepeyv