Adar 08, 2025 10:02 Asia/Tehran
  • Bersojkîbûn an vegeriyana tirşeloka gedeyî bo nav sorsorikê

Vegeriyana tirşelok û pêkhateya nav gede bo nav sorsorikê yan jî GERD (Gastro Esophageal Reflux Diseas) ku wek Bersojkîbûn tê naskirin, ji ber şilbûna zêdetir ji asta asayî ya masûlkeyekê pêk tê ku di dawiya sorsorikê da û li têketina gedeyî cih girtiye.

Ev halet di her temenekî da ji zarokê sava bigire heta kesên temendirêj dikare tûşî mirov bibe.

 

Nîşaneyên Bersojkîbûnê:

Hesta şewatê di sorsorik û gewrî da çê dibe

Dil radibe û vereşîn pêk tê

Gede anku mîde dişewite

Bêhna devî pîs dibe

Êş û azar di dema vexwarina çay û qehweyê û xwarina bacana sor, xwareka çewr û biharatan da pêk tê.

Hesta asêbûn û hebûna girêkê di gewriyê da pêk tê.

Bêhnkişandin û bêhnbedan nerêk û dijwar dibe.

 

Rêkar û çareseriya Bersojkîbûnê

Xwarina dermanên Koma PPIyê

Xwarina dermanên Anti Acid'ê

Xwarina dermanê H2 receptor blocker

Xwedûrkirin ji xwarinê

Bikaranîna dermanên xwezayî

Nexwarin du saet beriya razanê

Neştergerî bo girjbûn û reqbûna masûlkeyê.

Serepeyv