Hokara veciniqîna zarok di xewê da
Veciniqîna zarokê sava di xewê da yanî dema ku zarok razaye û ji nişkê va ji xewê vediciniqe û digirî.
Zarok bi giştî di şevê da vediciniqe û ji xewê radibe. Ev hulistiyana nişkêvayî ji xewê bê hokar nîne; yan birçî bûye yan jî xwe pîs kiriye û binê wî şil e û pêwîst e ku were paqijkirin. Lê hinek caran jî zarok bêyî tu yekji van hokaran ji xewê vediciniqe û berdewam digirî.
Hokrên ku dibin sebeb zarok ji xewê veciniqe: Carinan ji ber ku pirr têr e yan pirr birçî ye, nikare razê û loma vediciniqe. Dema ku germahiya odeyê guncaw nebe; yanî pirr germ an jî sar be. Razana zarok li ser aliyekî dibe ku bibe sebeba veciniqînê û bixwaze ku şêwaza paldana wî bê guhertin. Êşa hûr (mêde) û gazên nav zik dibe hokareke din e.
Yan zarok qet ji razanê têr nabe yanî tevahiya rojê razaye û niha nkare rzê; yan jî qet ranezaye û xewa niha jî qerebûya ranezana wî nake û bi giştî xew lê geriyaye û êdî nikare razê. Ji ber vê yekê, giring e ku dema rzana zarok were rêkkirin.
Veciniqîn ji ber tirsa ji tenêtiyê. Giring e ku dayîk li kêlekê be û dema dizane zarok ji tenêtiyê ditirse, nehêle ku bi tenê bimîne. Wî hemêz bike û dilniya bike ku hertim pê ra yî.
Dema ku zarok ji xewê vediciniqe û bi çavê girtî berdewam digirî, ev yanî xewneke nebaş dîtiye û gelekî tirsiyaye.
Hulisiyatan ji xewê û rûniştin û girîna berdewam bêyî ku ji xwe agehdar be, dibe ku ji ber wê yekê ye ku di rojê da jê bihêrs bûne yan jî ji tiştekî tisiyaye û di atmosfereke neguncaw da bûye.
Nexweşî hokareke din e.
Hokareke din tirsa nebûna xwarinê di zik da ye; ciyawaziya vê yekê jî ev e ku zarok bi dengekî bilind naqîre, belkî girîna wî bi şêwaza hawarkirine bi mandîbûnê ye.
Pirsgirêka asêbûna difin jî bi heman awayî dibe sebeb ku zarok nekare razê û veciniqe. Di vê rewşê da ji bilî girînê, dengê xîske xîska ser sîngê wî jî tê.
Êşa guh, gewrî û ta jî dikarin bibin sebeb zarok ji xewê veciniqe.
Carinan di temenê 6 mehiyê da ev hest li zarok çê dibe ku malbata wî terka wî dikin û bi tenê ye û ev yek dibe sebeb ku şevê ji xewê veciniqe. Di vê rewşê da hemêzkirin û lîstina pê ra halê wî baş dike.
Her wiha dibe ku zarok piştî veciniqîn û rabûna ji xewê li cihê xwe rûnene û bê tebat û nearam xwe ber bi vî alî û wî alî va bilivîne. Eva jî ji ber wê yekê ye ku di rojê da pirr dilive.