Adar 03, 2025 14:37 Asia/Tehran
  • Klîşe yan 'Stereotype' (2): Cûreyên klîşeyê û bandorên wê ser takekes û civakê

Li nivîsa me ya pêştir da, me qala pênase û têgiha klîşeyê, dîrok û raboriya pêşketin û werara klîşeyê û hin babetên din ên têkildar kir.

Di vê nivîsê da em ê qala cûreyên klîşeyê û bandorên wê yên erênî û nerênî dikin; lêbelê di destpêkê da huin mînakên têgiha klîşeyê dixin ber behsê.

Hin mînak li têgiha klîşeyê

- Klîşe di warê perwerdeyê da bi awayekî berbiçav diyar dibe. Dema ku mamosteyek wisa difikire ku xwedevanên pola wêjeyê nikarin di bîrkarîyê da bi ser kevin; eva klîşeyeke tekûz e. Yan jî dema ku xwendevanekî beşa zanistî hizreke wisa li ser tê çêkirin ku şiyana wî ya nivîsîn û afirîneriya wêjeyî tuneye, eva jî mînakeke din a klîşeyê ye. 

- Di warê xebitînê da, komeleke klîşeyên kûr hene. Wek mînak, dema ku kompaniyek wisa bawer e ku tenê mêr dikarin di warê endazyariyê da serkeftî bin. Yanî dema ku karmendekî ciwan li kompaniyekê da wisa tê mêzekirin ku bê ezmûn e û tenê ji ber temenê xwe nikare ramana xwe ya afirîneriyê hebe. 

- Di warê tenduristiyê da klîşe pirr ziyanbar in. Wek mînak dema ku pizîşkek bêyî berçavgirtina hokarên din, hemî kêşe û pirsgirêkên nexweşekî bi giraniya zêde ya wî va girêdide. Yan jî dema ku kesekî nexweşiya derûnî heye û civakê baweriyeke wisa li ser wî heye ku ew nikare tu karekî bike yan berpirsyariyekê bigire ustiyê xwe. 

- Di warê civakî da jî bi vî awayî; wek mînak dema ku malbatek wisa bawer dike ku kurê wan nikare bibe mamosteyê Baxçeyê Zarokan, ji ber ku ew 'Karê Jinan e'.

 

Cûreyên klîşeyê

- Klîşeya zayendî: Têkiliya vê klîşeyê bi baweriyên pêşwext li ser rol û taybetmendiyên jin û mêran heye. Wek mînak, baweriya bi vê yekê ku jin hestyartir in û mêr zêdetir li gorî aqil tev digerin.

- Klîşeya neteweyî û çandî: Vê klîşeyê têkilî digel baweriyên li ser  taybetmendî û xesletên netewe û çandên ciyawz heye.

- Klîşeya temen: Baweriyên pêşwexte li ser komên temenî yên ciyawaz wek xort û extiyaran.

- Klîşeya pîşeyî: Baweriyên pêşwexte li ser kesên ser bi kar û pêşeyên ciyawaz.

 

Bandorên erênî

1 - Alîkariya mejî dikin ji bo rêkxistina zanyariyan û kêmkirina aloziyê di pêvajoya têgihîştinê da

2 - Hesta aîdbûn û girêdana bi komê û pênaseya komî bihêz dikin

3 - Pêvajoya biryardanê di hin rewşan da bileztir dikin.

4 - Hesta aramî û dilniyabûnê di rûbirûbûna digel şert û mercên nû da pêk tînin

 

Serepeyv