Bandora rengan li ser mirov; Bandorên derûnî
Reng wek bedewiyên jiyanê tên hesibandin û wate didine jiyana me. Eger reng nebûna, me yê nekarîba tiştan ji hev veqetînin.
Hemî cûreyên rengan li xwezayê hene. Bedew û hezkirina rengan li nav mirovan cihêwaz e û em dikarin bi rêya zanîna rengê dilxwaz ê kesekî, kesayetiya wî diyar bikin. Wek mînak, kesên zana û bîrmend zêdetir ji rengê kesk hez dikin. Di halekî da ku, kesên ku pirtir ji tenêtî û bêdengiyê hez dikin, rengê şîn bala wan dikişîne.
Bi vî awayî bandora rengan li ser mirov jî cihêwaz e û anegorî wan diguhere. Her rengekî hin taybetmendiyan dihewîne ku wî ji rengên din cuda dike. Ev taybetmendî dikarin mirûz û xwîya mirovan biguherînin û di heman halî da hinek reng dikarin hin nexweşiyan çareser bikin an jî nîşaneyên wan kêmtir bikin.
Bandora derûnî
Rengê Sipî: Wateya hêminî û ewlehiyê ye û derûna mirov aram dike.
Rengê Reş: Wateya rêzdarî û şan û şikomendiyê dide. Dîtina rengê reş carinan dibe sebeba tirsînê.
Rengê Kesek: Wateya geşbînî û jiyanê dide; derûna mirov aram dike û dilê mirov xweş dike.
Rengê Sor: Ev reng wateya çalakî û tevgerê dide. Her wiha wek sembola evîndariyê tê zanîn.
Rengê Zer: Ev rengê balê dikişîne û tiştên ku têkiliya wan bi rengê zer heye, hêsan tên bibîranîn. Her wiha ev reng wateya coş û tevgerê dide.
Rengê Pirteqalî: Ev reng nîşaneya çalakî û handanê ye; dilxweşiyê dide mirovên ku kêfa wan ji vî rengî tê.