Sibat 16, 2025 13:06 Asia/Tehran
  • Temaşekirina şaşeyê pêşketina zimanê zarokên sava aloz dike

Lêkolîn nîşan didin ku temaşekirina zarokên sava li şaşeyê (weke mobayl, televîzyon û hwd), pêşketin zimanê wan tûşî aloziyê tîne.

Li gorî nûçeya IRNAyê, Heyama bikaranîna alavên ku şaşeya wan heye (Screen time), roja îro bûye beşeke cudanebûyî ji serdema zarokatiyê; ji ber ku televîzyon, tablet û mobayl heta bala biçûkan jî dikişîne. Hemû dema jiyana zarokên sava lêvanlêvî keşfkirin, pêşketin û hînbûnê ye; lê ev mijar ku alavên dîjîtal roj bi roj cihekî zêdetir di jiyana rojane da digirin, hin nîgeraniyan li ser bandora wan a îhtimalî li pêşketin û mezinbûna zarokên sava pêk tîne.

Komeke lêkolînî ya navneteweyî ya pêkhatî ji zanyaran ji zêdetirî 20 welatan hewl dan ku bersivekê bo vê pirsê peyda bikin ku "Gelo temaşekirina li alavên dîjîtal ên bi şaşe bo demeke dirêj dibe ku pêşketina zimanî li zarokên sava tûşî aloziyê bîne?" Encama lêkolînan nîşan dide ku bersiv muhtemel e ku erênî be.

Lêkoler tê gihîştin ku têkiliyeke berovajî navbera heyama bikaranîna alavên dîjîtal ên bi şaşe û pêşketina ziman heye; bikaranîna zêdetir a alavên navbirî, dibe sebeba kêmbûna ast û hejmara peyvan û derengketina pêşketina zimanê zarokan.

Bi gotineke xwerûtir, çiqasî zarok demeke zêdetir temaşeyî şaşeyê bikin û li cîhana virtual bigerrin, ewqasî jî pisporiyên wan ên zimanî di cîhana rasteqîne da tûşî zirareke zêdetir tên.

Serepeyv