Sibat 10, 2025 15:26 Asia/Tehran
  • Lîkopên hêvviyek ji bo berhemanîna dermanê dijî damayîbûnê yê xwezayî

Encama lêkolînan nîşan dide ku Lîkopên (pêkhateyek ku li bacana sor û mêweyên din ên sor tê dîtin) wek dermanekî dijî damayîbûnê yê xwezayî dikare were bikaranîn.

Li gorî nûçeya IRNAyê, Malpera SciTechDailyê di raporekê da nivîsiye: Lîkopên (Lycopene) pêkhateyeke xwezayî ya giyayî ye ku li bacana sor û mêweyên din ên sor tê dîtin û mumkin e ku bandora xwe ya dijî damayîbûn û tengijînê hebe. Lêkolîna ku rapora wê vê dawiyê li Kovara Food Science & Nutrition'ê hatiye weşandin, çawaniya bandora Lîkopênê li xebata mejî ji bo rûbirûbûna digel nîşaneyên damayîbûnê vedikolîne.

Lêkoleran bi lêkolîna li ser mişkên ku tevgerên weke damayîbûnê nîşan didan, hin alozî li Hîpokampê (Hippocampus) wek devereke mejî ku ji bo rêkkirina bîr û mirûza rola xwe ya bingehîn heye, dîtin.

Li gorî vê lêkolînê, dermankirina bi Lîkopênê ev alozî kêm kirin û reftara heywanan baştir kirin.

Serepeyv