Tûşbûna bi şêrpenceya pişikê li nav jinan û cixarenekêşan zêdetir dibe
Li gorî ragihandina WHOyê, tûşbûna kesên ku cixareyê nakişînin bi Şêrpenceya Pişikê li seranserî cîhanê zêdetir bûye, ev nexweşî li nav jinan jî ber bi zêdebûnê ye.
Li gorî nûçeya IRNAyê, Malpera Guardianê ragihandiye: Ajansa Şêrpenceyê ya Rêxistina Tenduristiyê ya Cîhanê (WHO) ragihandiye, hejmara kesên ku tûşî şêrpenceya pişikê dibin û qet cixare nekişandine zêdetir dibe û gemariya hewa hokareke girîng di vî warî da ye.
Li gorî rapora Ajansa Navneteweyî ya Lêkolînên Şêrpenceyê (IARC), Şêrpenceya Pişikê li nav kesên ku qet cixare yan titûn nekişandine, di rêza pêncem a hokarên mirina ji ber şêrpenceyê li seranserî cîhanê ye.
Ajansa Navneteweyî ya Lêkolînên Şêrpenceyê (IARC) her wiha diyar kiriye, rêjeya tûşbûna mêran bi vê şêrpenceyê bi giştî li pirraniya welatan di 40 salên borî da kêm bûye; lê li nav jinan hema wisa zêdetir dibe.