OpenAI'yê modela xwe ya herî nû ya Hişê Çêkirî raber kir
Kompaniya OpenAI'yê modela xwe ya bi navê 'o3-mini' raber kiriye ku wek modela herî nû li malbata modelên 'o' yên Hişê Çêkirî yê Argumental a vî kompaniyê ye.
Li gorî rapora ISNAyê ji zarê TechCrunchê, OpenAI hewl dide li dijî vê hizrê têbikoşe ku di rikeberiya Hişê Çêkirî da, li hember kompaniyên çînî weke DeepSeek'ê doraye. DeepSeek'ê vê dawiyê îdia kir ku, muhtemel e OpenAI'yê IPya wê dizîbe.
Modela o3-mini dê bi rêya ChatGPTê bikeve ber destê hemû bikarhêneran; lê bikarhênerên ChatGPT Plus û Team'ê di astên bilindtir da dê tûşî hin sînordariyan bin, ji wan sînorê 150 daxwazan di rojê da.
Bikarhênerên ChatGPT Pro dê bêsînor bikarin jê sûd wergirin û o3-mini piştî hefteyekê dê bikeve ber destê bikarhênerên ChatGPT Enterprise û ChatGPT Edu'yê. Lê tiştek li ser ChatGPT Gov nehatiye ragihandin.