Çile 30, 2025 13:08 Asia/Tehran
  • Alibaba'yê modela xwe ya nû ya Hişê Çêkirî raber kir

Kompanîya teknolojiyê ya çînî ya bi navê 'Alibaba' roja Çarşemiyê versyoneke nû ji modela Hişê Çêkirî ya xwe bi navê 'Qwen 2.5' raber kir. Alibaba'yê îdia kir ku modela wê li pêş modela DeepSeek-V3 ya çînî ye.

Li gorî rapora IRNAyê ji zarê Reuters'ê, Piştî serkeftina yekemîn modela Hişê Çêkirî ya nivîs-bingeh a Çîniyan bi navê 'DeepSeek' ku vê dawiyê gelekî hatiye hezkirin û atmosfereke rikeberane pêk anîye, niha kompaniya Alibaba'yê jî modela xwe ya nû ya Hişê Çêkirî raber kiriye.

Belavkirina modela Hişê Çêkirî ya Kompaniya Alibaba'yê bi navê 'Qwen 2.5-Max' di yekemîn roja Sala nû ya Heyvî da, yanî dema ku gelê Çînê li betlaneyê û li nik malbatên xwe ne nîşan dide ku pêşketina bilez a modela çînî ya DeepSeek'ê di sê hefteyên dawî da ne tenê hevrikên biyanî, belkî hevrikên navxweyî li vî welatî jî xistine bin guvaşê.

Kompaniya Alibaba'yê di daxuyaniyekê da ku li rûpela xwe ya fermî li WeChat'ê belav kiriye, tevî amajedana bo modelên herî pêşketî yên Hişê Çêkirî yê Serçavî-vekirî (Open-source AI) yên kompaniyên Open AI û Metayê, îdia kir: Qwen 2.5-Max hema bêje ji hemî hêlan va anegorî GPT-4o, DeepSeek-V3 û Llama 3.1 405b baştir dixebite.

 

Serepeyv