Hilberîna 200 berhemên pizîşkî li yek ji parkên zanist û teknolojiyê yên Îranê
Cîgira serokê beşa pêşxistina teknolojiyê ya Parka Zanist û Teknolojiyê ya Tendirustiyê ya Zanîngeha Zanistên Pizîşkî ya Meşhedê li bakur- rojhilatê Îranê, ragihand ku 200 berhemên pizîşkî û dermanî li 53 kompaniyên teknolojiyê yên li Parka Zanist û Teknolojiya Tenduristiyê ya vê zanîngehê hatin berhemanîn.
Fatime Kelalî-Niya, Cîgira serokê beşa pêşxistina teknolojiyê ya Parka Zanist û Teknolojiyê ya Tendirustiyê ya Zanîngeha Zanistên Pizîşkî ya Meşhedê got: Parka zanist û teknolojiyê ya tenduristiyê ya vê zanîngehê di nava 5 salên dawî de 200 berhem bi dest xistine. Fatime Kelalîniya diyar kir: Di her kompaniyê de sê, heta 30 kes bi awayeka rasterast kar dikin, û rêjeya xebitandina kesan li wir ya nerasterast jî, ji her karekî re sê heta çar kes bûye.
Zanîngeha Zanistên Pizîşkî ya Meşhedê bi zêdetir ji 9000 xwendekar û 25000 karmendên tenduristiyê û pizîşkî û nêzîkî 50 navendên lêkolînê di warên curbicur ên pizîşkî de, niha wek cemsera pizîşkî ya bakur rojhilatê Îranê tê hesibandin.