Segerobota çînî 100 mitr di 10 çikeyan da bezand
Çile 20, 2025 10:35 Asia/Tehran
Seyekî robotî li Çînê bi nimûnegirtina Çîta anku Yûz-Pilingan bi awayekî hatiye çêkirin ku herî zêde lezgîn be û vê dawiyê kariye navbira 100 mitrî di 10 çirkeyan da derbas bike.
Li gorî nûçeya ISNAyê, Ev segerobot ku navê Black Panther 2.0 yanî 'Pilingê Reş' lê hatiye kirin, encama hevkariya Enstîtûya Dahênana Şibhî-Mirov a Zanîngeha Zhejiang'ê û Startupa Mirror Me'yê li Hangjoyê ye.
Robota Black Panther 2.0 bi giraniya 38 kg û bejna 63 cm dikare navbira 100 mitrî bi 10 çirkeyan bibeze.
Segerobota Black Panther 2.0 niha wek roboteke çarpê ya herî lezgîn û kêrhatî li cîhanê tê zanîn.