Çile 17, 2025 17:43 Asia/Tehran
  • Peyv delîna hilgirên rehî rêk dixin

Lêkoleran keşif kirin ku peyvên erênî, nerênî yan bêla, delîn û azadbûna hilgirên rehî rêk dixin.

Li gorî rapora IRNAyê, Malpera SciteckDaily'ê di raporekê da nivîsiye: Lêkolerên navneteweyî bi rahêneriya lêkolerên Zanîngeha Eyaletî û Enstîtûya Polîteknîk a Vîrcîniyayê (Virginia Polytechnic Institute) li Amerîkayê çawanîya teşepêdana bijartinên mirov û tenduristiya derûnî bi rêya ziman vekolandin.

Wan keşif kirin ku hilgirên rehî (Neurotransmitter) weke Dopamîn û Serotonîn di dema proseskirina naveroka hisî ya peyvan azad dibin. Ev lêkolîn hin qatên nû û nihênî ji bandora ziman li ser biryardan û tenduristiya derûnî ya mirov aşkira dike.

Hilgirên rehî anku Guhêzerên esebî hin peyamgihênên kîmyewî ne ku peyamekê ji neronekê (xaneyê rehî) û bi rêya sînapsan (Synapse) digihînin xaneyê armanc; xane dibe ku neroneke ciyawaz, xaneyê masûlkeyî yan jî xaneyê toşbîyê be.

'Read Montague' sergêrê vê lêkolînê got: Bawera berbelav û nasyar derbarê madeyên kîmyewî yên mejî weke dopamîn û serotonînê eva ye ku, ew sîgnalên têkildarî erênîbûn an nerênîbûna serpêhatiyan vediguhezînin. Encama lêkolîna me nîşan dide, dema ku em wateya hisî ya peyvan proses dikin, ev madeyên kîmyewî li hin deverên taybet li nav mejî azad dibin.

 

Serepeyv