Çile 06, 2025 16:24 Asia/Tehran
  • Tekoloniya çîniyan ji bo wergerandina kêlî bi kêlî ya hizran

Pêveka mejî û komputerê ya pêşxistî li Çînê dikare hizr û ramanên mirov di heman kêliyê da deşîfre bike. Ev pêveka nû ku li mejiyê nexweşekî Fêyê (Epîlepsî) hat bicihkirin, ne tenê dikare zimanê çînî yê dijwar deşîfre bike, belkî dikare bi baskekî robotîk bixebite û danûstandinê bi Hişê Çêkirî ra jî pêk bîne.

Li gorî rapora ISNAyê, Kompaniya NeuroXess'ê ku startupeke çînî ye, du pêşketinên mezin di teknolojiya pêveka mejî û komputerê (BCI) hebûne û alîkariya nexweşekî ziyandîtî ji hêla mejî va dike.

Yekem karîna wê deşîfrekirin û wergerandina hizran bo axaftinê di heman kêliyê da ye û ya din jî baskekî robotîk e ku tenê bi bikaranîna hizran ji dûr va tê kontrolkirin.

Ev destkeft encama ceribandinekê ne ku di Tebaxa 2024an da li Nexweşxaneya Huashan'ê pêk hat; di wê ceribandinê da neştergerên mejî pêvekeke mejî û komputerê ya guherbar a 256-kanalî li mejiyê nexweşekê çandin. Nexweş jineke 21 salî ya pêketî bi Nexweşiya Fêyê (Epîlepsî) bû.

Piştî hînkirinê nexweş dikarî di heyama 48 saetan da lîstikên komputerî yên weke pîng-pong û lîstika nasyar a Mar bilîze. Hatiye ragihandin ku vê nexweşê piştî du hefteyan kariye bernameyên ser telefonê bixebitîne.

 

Serepeyv