NASA: Bendava 'Sê-gelî' ya Çînê leza zivirîna Erdê kêmtir dike
Rêveberiya Giştî ya Hewagerîn û Fezayê ya Amerîkayê (NASA) di raporekê da ragihand ku tijîkirina xizîneya mezin a Bendava Sê-Gelîyê ya Çînê dikare zivirîna Seyroka Erdê tûşî guherînê bîne û dirêjahiya rojan heta radeyekê zêdetir bike.
Li gorî rapora IRNAyê ji zarê Malpera 'The Daily Galaxy'ê, Bendava Sê-gelî (sê-devik) bendaveke gelekî mezin a berhemanîna karebayê li navenda Çînê ye û wek bendava herî mezin li cîhanê tê zanîn.
Bilindahiya vê bendavê 185 mitr û dirêjahiya wê zêdetirî 2 kîlomitran e. Ev bendav li ser Çemê Yang-Tseyê (Yangtze) hatiye çêkirin. Avakirina vê bendavê piştî nêzikî du deheyan di sala 2012an da bi dawî hat.
Ev bendav dikare 40 miliyar metrekûp avê li xizîneya xwe hilgire û berhemanîna enerjiyê li welatê Çînê rastî guherîneke mezin aniye.
Li hêla din, NASAyê ragihandiye ev asta gelekî zêde ya ava kombûyî li xizîneya paş bendavê, guherîneke gelekî biçûk li leza zivirîna Erdê li dora xwe pêk tîne. NASAyê li gor xaleke zanistî ragihandiye, dema ku bi miliyaran ton av li ser erdê tê komkirin, leza zivirîna seyroka me (Erd) hêdîtir dibe û dirêjahiya her rojekê 0.06 mîkro-çirke zêdetir dibe. Gerçî ku ev guherîna dirêjahiya rojê ewqasî di jiyana me da nayê hîskirin.