2025; Sala jidayîkbûna Nifşa Beta
Bi derbasbûna nav sala nû ya zayînî, serdema Nifşa Alfa (Generation Alpha) bi dawî tê û serdema nifşeke din dest pê dibe ku wek Nifşa Beta tê binavkirin.
Diyarkirina van nifşan li gor bingeha çandî, civakî û dîrokî hatiye destebendîkirin. Li gorî vê dabeşkirinê, kesên ku li heyam û serdemeke diyarkirî da ji dayîk bûne û nêrîn û bîr û raya wan a jiyanî li hevûdu nêzik e, li ser çend komên nifşan hatine dabeşkirin.
Ramana dabeşkirina nifşan ji aliyê 'Karl Mannheim' lêkolerê civakî û civaknasê almanî va di sala 1928an da hat afirtandin.
Yekem nifşa destebendîkirî nifşek bû ji sala 1928 heta 1945an ji dayîk bûye û wek Nifşa Bêdeng hatiye binavkirin û wek nifşeke jîr tê hesibandin.
Piştî Nifşa 'Baby Boomers' tê ku ji sala 1946 heta 1964 ji dayîk bûne û wek nifşeke geşbîn, takgir, jîr û rikeberîker tê naskirin.
Serdema Nifa X ji sala 1965 dest pê dike û heta sala 1980î berdewam dibe. Serdema ku cîhan ji hêla aborî va nearam e û destpêka serhildana teknolojiyê bûye.
Piştî wê, Nifşa Y tê ku ji sala 1981ê va dest pê dibe û digihêje sala 1996an; serdema peydabûna Înternetê û peywendiyên cîhanî.
Piştî Nifşa Y, Nifşa Z tê; kesên ku ji sala 1997an heta 2012an ji dayîk bûne. Ev nifş wek Nifşa Dîjîtal tê naskirin, giringîyê didin pirsên cîhanî û tenduristiya xwe ya derûnî.
Piştî Nifşa Z, dor tê ser Nifşa Alfa ku ji sala 2013an dest pê dibe û heta dawiya sala 2024an berdewam e.
Piştî Nifşa Alfa, Nifşa Beta (Generation Beta) tê. Kesên ku ji sala 2025 heta 2039an ji dayîk dibin, di vê nifşê da cih digirin.