Serketina şîrketa îranî di warê berhemanîna nanodermanekê ji bo bo girtina pêşiya alzaymêrê
Mijdar 12, 2024 16:26 Asia/Tehran
pisporên şîrketeke zanistî ya îranî, nanodermanek ji bo girtina pêşiya nexweşiya Alzaymêrê yanê Bîrbîrokê û hinek kirêm û melhem bo birînên çerm û pûst îê kirin.
Ev şîrketa zanistî ya îranî bi teknolojiya nanoyê, dermanek jibo pêşîlêgirtin û dermankirina nexweşiya alzaymêrê ku bi kurmancî dibêjin Bîrbîrok çê kiriye .
Lêkolînerên îranî herwiha bi bikaranîna qalikê hinarê, ku tê de antîoksîdanên bihêz hene, dermanek çêkirine, ku ji bo girtina pêşiya cureyên penceşêrê gelek bi bandor e. Lêkolînerên îranî di vê kompaniya zanistî de her wiha hinek kirêm û melhem çêkirine ku lekeyan ser post pak dike û pûstê mirov rind û bedew dike an pûstên ku birîn û pîsatîya wan hene çê dike û herwiha nexweşiyên wek xişrûk û pirzikan jî derman dike.