Memûriyeta nepenî ya Rocket Lab'ê îro bi cih hat
Mijdar 05, 2024 16:36 Asia/Tehran
Kompaniya Rocket Lab'ê îro memûriyeteka nû ji bo mişteriyeke nepenî bi cih anî.
Li gorî rapora ISNAyê ji zarê Rocket Lab'ê, Vê kompaniyê îro, 5ê Mijdara 2024an, mûşeka Electronê avête xolgeha Erdê û bi vê rêyê memûriyeteka nepenî bi cih anî.
Ev mûmeriyet bi "Guhertin di Hêlîpanê, Guhertin di Helwêstê da" (Changes In Latitudes, Changes In Attitudes) hatiye binavkirin û hatiye ragihandin ku setlayteke ticarî bi Mûşeka Electronê li xolgeha Erdê hatiye bicihkirin.
Bi vê memûriyetê, ev cara pêncî û çaremîn e ku Mûşeka Electron'ê tê avêtin.
Heta vê kêliyê hûrgiliyeka taybet li ser pêvajoya vê avêtinê nehatiye weşandin û Rocket Lab'ê jî di rûpela xwe ya X'ê da basa bicihbûna serkeftî ya setlaytê kiriye.