Jarî û qelewiya zarokan têkiliyeke rasterast digel tenduristiya pişika wan heye
Li gorî lêkolînên zanistî, endeksa girsbûna leşî ya ne-asayî ya zarokan, çi rêjeya bilind anku qelewî û çi jî rêjeya nizim yanî jariyê, girêdayî bi aloziyê di xebata pişika wan da ye.
Li gorî rapora IRNAyê ji zarê SciTechDailyê, Hema bêje ji her deh kesan, kesek di serdema zarokatiyê da pêşketina kêm a pişikê tecrube dike; ev yek dibe sebeb ku pişik di temenê mezin da negihêje kapasîteya xwe ya temam. Li pey vê yekê, xebata pişikê sînordar dibe û di encamê da metirsiya tûşbûna bi nexweşiyên cidî weke nexweşiyên dil-demaran, nexweşiyên pişikê û nexweşiya şekirê zêdetir dibe. Giranî û bejna ne-asayî di heyama zarokatiyê da roleke girîng di aloziya pêşketina pişikê dilîze.
Endeka girsbûna leşî (Body mass index) pîvereke girîng ji bo pîvandina lihevhatina bejn û giraniya leşî ye û bi alîkariya wê asta giranîya zêdebarî yan kêmbûna giraniya leşî dikare were diyarkirin. Li Endeksa Girsbûna Leşî giranî tê berçavgirtin; lê hûrgiliyên weke pêkhateya masûlke û don nayên berçavgirtin.
Encamên lêkolînên lêkoleran li Enstîtûya Karolînskayê ya Swêdê nîşan dide, dema ku endeksa girsbûna leşî derveyî asta normal be, yanî gelekî bilind (qelewî) an gelekî nizim (jarî) be, têkiliya wê yekê bi aloziya di xebata pişikê da heye.
Gang Wang ji lêkolerên vê enstîtûya zanistî got: Me di vê lêkolînê da ku ya herîberfireh ji vê cûreyê ye, me tevahiya heyama pêşketina xebata pişikê di 4 hezar zarokî (derdem ku ji dayîk dibe heta 24 saliya wan) hat şopandin.
Lêkoler têgihîştin, komeke zarokan ku xwedî endeksa girsbûna leşî ya bilind bûn, lê beriya bilûxê, ew endeks dakete asta xwezayî, xebata pişika wan di temenê mezin da tûşî aloziyê nebû. Ev yek girîgniya birêvebirina endeksa girsbûna leşî di temenê kêm da nîşan dide.