Cotmeh 22, 2024 17:43 Asia/Tehran
  • 127 tîm di 'Memûriyeta nemumkin' û 'Cenga robotan' da dikevin pêşbirkê

Sekreterê Cihêner ê Lîga Robotîk û Xwefirran a Olempîka Teknolojiyê ya 2024an, Cenga Robotan, Memûriyetên Nemumkin, Erebeyên Xweajo û Navîgasyon wek beşên vê lîgê zanî û got: Di van pêşbirkan da 110 tîm di Lîga Robotîkê û 17 tîm jî di Lîga Xwefirran da dikevin pêşbirkê.

Li gorî rapora ISNAyê, Dr. Surûş Sadiqnijad Sekreterê Cihêner ê Lîga Robotîk û Xwefirran a Olempîka Teknolojiyê ya 2024an îro di rêûrisma vekirinê ya Olempîka Teknolojiyê ya 2024an da ku li Devera Navneteweyî ya Dahênanê ya Îranê (Parka Teknolojiyê ya Perdîsê) hat lidarxistin, bi amajeya bi lidarxistina pêşbirkên robotîk û xwefirran di vê olempîkê da, got: Lidarxistina vê lîgê li ser pêşniyara Federasyona Robotîk an FIRA'yê bûye. FIRA saziyeke navneteweyî ye ku ji sala 1995an va çalakiyên xwe li welatên cîhanê dest pê kir û Îran ji sala 1392an a Hetawî va bû endqamê vê saziyê.

Sadiqnijad berfirehkirina zanista robotîkê, fêrkirin û avakirina şebekeyan, pêşxistina kr û pêşeyan û lidarxistina rûdan û komcivînan ji armancên FIRA'yê zanî û got: Lîga Robotîk û Xwefirran di du beşên xwenedevan û xwenekaran da tê lidarxistin.  Di beşa robotîka xwendevanan da cenga robotan û memûriyeta nemumkin hatiye plandarêştin.

Wî got: Di beşa Cenga Robotan da, ji bop robotên xweser hin senaryo tên diyarkirin û li gor wan tîmên beşdar dikevin pêşbirkê.

Sekreterê Cihêner ê Lîga Robotîk û Xwefirran got: Di beşa memûriyeta nemumkin da senaryo ji pêş va nayên diyarkirin.

Serepeyv