Cotmeh 16, 2024 16:36 Asia/Tehran
  • 'Zimanê Elektronîkî' ku bi diqeteke zêde madeyên xwarinî dinirxîne, hat çêkirin

Lêkoleran 'Zimanekî Elektronîkî' bi pêkhateya Grafênê çê kirine ku dikare nirxandineke deqîq ji madeyên xwarinî weke şîr û qehweyê pêk bîne; bi awayekî ku qasa avê li nav şîr û qehweyê bi rehetî û bi diqeteke zêde dipîve.

Li gorî nûçeya ISNAyê, Lêkolerên Zanîngeha Eyaletî ya Pensîlvanyayê û Navenda Firrîna Fezayî ya Goddard'ê ya NASAyê 'Zimanekî Elektronîkî' çê kirine ku tê da Grafên hatiye bikaranîn. Tranzîstora Bandora Meydanî (Field effect transistor) li vê amûrê ku li yona grafênî hesas e, dikare ciyawaziyên hindik li şilemeniyên cûrbicûr weke şîr diyar bike.

Ev hîsker dikare qasa ava li nav şîr li cûreyên nimûneyan bipîve. Her wiha ev Zimanê Elektronîkî dikare berhemên cûrbicûr weke cûreyan sûpan, cûreyên qehweyan, nîşaneyên genîbûn û xerabûna ava mêweyan bilez diyar bike ku ev mjar di beşa êminkirina madeyên xwarinî gelekî girîng e.

Ev tîma lêkolînî her wiha tê gihîşt ku, dema Hişê Çêkirî (AI) ji bo analîzkirina parametrên nirxandina xwe bi kar tîne, encamê deqîqtir dibin.

Serepeyv