Îlon 26, 2024 18:06 Asia/Tehran
  • Seroka Teknolojiyê ya OpenAIyê û du rêveberên cihêner istîfa kirin

'Mira Murati' Seroka Teknolojiyê OpenAIyê û du rêveberên cihêner ên din dê ji vê kompaniyê derkevin.

Li gorî nûçeya ISNAyê, Sê rêberên teknîkî yên sereke li OpenAIyê ya di bin piştevaniya Microsoftê roja Çarşemiyê istîfa kirin; eva dawîn babetên komeleke istîfakirinê ya rêveberan di sala 2024an da li vê kompaniya çêkera ChatGPTê ye.

'Mira Murati' Rêvebera Payebilind a Teknolojiyê, 'Barret Zoph' Alîkarê beşa Lêkolînan û 'Bob McGrew' Rêveberê payebilind ê Lêkolînan hemîyan roja Çarşemiyê bi rêya tora civakî ya X'ê istîfakirina xwe ragihandin.

Ev startupa Hişê Çêkirî ya bicihbûyî li San Fransîskoyê di rewşa muzakireyê ji bo dewreya darayî ya nû ya 6.5 miliyar dolarî ye ku bihayê kompaniyê digihîne 150 miliyar dolarî û ev yek jî girêdayî bi guherandina pêkhateya kompaniyê ye.

 

Serepeyv