Îlon 21, 2024 17:33 Asia/Tehran
  • Gerdenîya ku peyvên negotî werdigerîne

Bi zûtî dibe ku amûreke alîkar a bihêz ji bo kesên ku nikarin biaxivin, were çêkirin.

Li gorî rapora ISNAyê ji zarê New Atlas'ê, Zanyarên brîtanyayî amûrek çê kirine ku peyvên ku bi awayê bêdeng û bi tevgerên devî tên bilêvkirin, nss dike û wan vediguherîne axaftina çêkirî ya ku tê bihîstin.

Ev amûr ku li Zanîngeha Cambridgeê hatiye çêkirin ji bo bikaranîna ji aliyê wan kesan va hatiye berçavgirtin k ji ber zirardîtin, neştergeriya gewriyê yan nexweşiyên weke Sekna Mejî, Felca Mejî yan Nexweşiya Parkînsonê şiyana xwe ya axaftinê ji dest dane. Ev amûr her wiha dikare dema axaftina digel kesên din li atmosferên bi xirecira zêde ji bo xurtkirina dengên wan bêyî zêdekirina dengên derdorê were bikaranîn.

Amûra navbirî bi şeklê şirîtek ji qumaşeke rîşalên Bambûyê ye u li dor gerdena bikarêner tê girêdan. Vê amûrê hîskereke fişarê ya pêkhatî ji du elektrodên ji mîs heye ku li rex qateke guhêrbar ji ximava Grafênê (Graphene) ya bi qabiliyeta guheztina elektrîkî cih girtine.

Di nimûneya seretayî ya niha da, hîsker li çavkaniyeke elektrîkê û komputerê tê girêdan.

Dema ku bikarêner peyvan bêyî deng tîne ziman, lerizîn û livînên hûr li gewriya wî dibin sebeb ku qumaş di asta mîkroskopî da were kişandin û girj bibe. Di vê rewşê da şebekeyeke rêkûpêk ji qelaşên biçûk li qata grafênê ya amûrê tên vekirin û girtin. Ev vebûn û girtin dibe sebeb ku berxwedana elektrîkî ya grafênê kêm û zêde bibe û ev yek ji kêm-zêdebûna ceryanê ku bi rêya grafênê ji elektrodekê derbasî elektroda din dibe, were diyarkirin.

Bi analîza ast û rêça van kêm-zêdebûnan, algorîtmên li gor Hînbîna Maşînî yên ku taybet li ser komputerê hatine hînkirin dikarin diyar bikin ku kîjan peyv tê bilêvkirin. Piştra ev peyv bi awayê dengê ku were bihîstin, tê belavkirin.

Ji ber diqeta zêde ya hîskera fişarê, diyarkirina her peyvekê ji bo algortîman hema bêje hêsan e. Di encamê da, ev sîstem bi diqeta sedî 95.25 axaftina bêdeng vediguherîne dengê ku were bihîtin.

Serepeyv