Şandina setelayta "Çemran-1" ber bi gerdûnê bi setelathilgira "Qaim 100"
Îro şemiyê setelayta lêkolînê ya Çemran -1 ji aliyê satelayta Qaim 100 ve hat avêtin û bi awayekî serketî li xûlgeha 550 km de cih girt.
Satelayta lêkolînê ya Çemran 1 ji aliyê Koma Fezayê ya Pîşesaziya Elektronîkî ya Îranê (Saîran) bi hevkarî û beşdariya lêkolîngeha hewafezayê û ompaniyên taybet ên zanistî ve hatiye dîzaynkirin û çêkirin. ev setelayt nêzîkî 60 kg kêşa xwe heye û erkê wê yê sereke ceribandina pergalên hişkalav û nermalavê jibo îsbatkirina teknolojiya meşqa orbîtalî li bilindahiyê ye. Nirxandina binpergala gaza sar li sîstemên fezayî û kontrolkirina rewşê ji erkên setelayta Çemran 1 tê hesabê. Setelaythilgira ardûya hişk a Qaim 100 ku ji aliyê pisporên Hêza hewa fezaya Sipahê pasdarên Şoreşa Îslamî hatiye dîzaynkirin û çêkirin di duwemîn operasyoan xwe ya orbîtal karî opersyona danîna setelayta Çemran 1 ser xûlgehê serketî cih bîne.