Yekem goristana bermahîkên navokî bi zûtî dê were amadekirin
https://kurmanci.sahartv.ir/news/baŞ_e_bizanÎ-i350877-yekem_goristana_bermahîkên_navokî_bi_zûtî_dê_were_amadekirin
Peyva 'Onkalo' ku di Zimanê Fenlandî da wateya "Çalik" dide, navek e ku ji bo binkeyên plandarêştî hatiye bijartin ku bermahîkên sotemeniya navokî bo sedsalên bê tê da tên veşartin.
(last modified 2024-08-30T12:22:43+00:00 )
Tebax 30, 2024 14:20 Asia/Tehran
  • Yekem goristana bermahîkên navokî bi zûtî dê were amadekirin

Peyva 'Onkalo' ku di Zimanê Fenlandî da wateya "Çalik" dide, navek e ku ji bo binkeyên plandarêştî hatiye bijartin ku bermahîkên sotemeniya navokî bo sedsalên bê tê da tên veşartin.

Li gorî rapora ISNAyê, Fenland bi zûtî dê bibe yekem welat li asta cîhanê ku hewl dide bermahîkên ji ber someteniya navokî li goristaneke geolojîk binax bike. Cihê ku biryar e bermahîkên navokî heta 100 hezar salên bên tê da bimînin.

Di vê planê da biryar e ku sotemeniya navokî ya bkarhatî li nav qutîkên parastî li hemberî avê werin bicihkirin û li kûrahiya derdora 400 mitrî di bin erdê da û li daristanên başûrê rojavayê Fenlandê werin binaxkirin.

Ev welata dixwaze vî karî di sala 2025an da an piştî wê pêk bîne. Avakirina vê navendê niha pêk tê. Nêzikî sê reaktorên navokî li Girava Olkiluoto'yê hene ku 240 kîlomitran dûrî paytexta vî welatî ye.