Tebax 29, 2024 17:26 Asia/Tehran
  • Înterneta Kuwantûmî di rê da ye

Cerribandineke nû pêkhatina Înterneta Kuwantûmî pêngavek li rastiyê nêziktir kiriye.

Li gorî rapora ISNAyê, Di halekî da ku hizra Înterneta Kuwantûmî (Quantum Internet) xwedan potensiyelên gelekî zêde ye, lê girêdana wê li înterneta asayî tûşî hin pirssgirêkan dibe. Lê niha lêkolîneke nû ji bo şêwaza pêkvekirina şebekeyên heyî digel pêşerojê hin rêkar raber kirine.

Di beşeke vê lêkolînê da hatiye, Cerrribandina ku ji aliyê lêkolerên Zanîngeha Leibniz'ê ya Hanovêrê li Almanyayê pêk hat nîşan dide ku çawa dataya kuwantûmî û sifir û yekên klasîk dikarin hemî bi rêya fîbereke ronahiyê (Optical fiber) werin veguhestin.

Ev bi awayê potensiyel tê vê wateyê ku Înternet hema bêje dijî hekkirinê dibe û derfeta bikaranîna binesaziyên heyî ji bo girêdana çend komputerên kuwantûmî li şebekeyan dabîn dike.

Lêkoler dibêjin, eger em bikarin Înterneta Kuwantûmî damezirînin, em vê mizgîniyê didin ku asteke bêhempa ya parastina pirr-ewleh û data û zanyariyên ku di rewşa hewldana hokarên xêrnexwaz ji bo şopandin û bidestxistina wan bi hêsanî ji nav diçin, li Înterneta îroyî ya heyî zêde bikin.

Ev lêkolîn li Kovara Science Advances'ê hatiye weşandin.

Serepeyv