Hişê Çêkirî alîkariyê dide têderxistina pêşwext a Otîsmê li zarokan
Lêkolîneke nû diyar kir ku Hişê Çêkirî dikare alîkariyê bide bo pêşbînîkirina vê yekê ku kîjan zarok bi îhtimaleke zêdetir tûşî Otîsmê dibin.
Li gorî rapora IRNAyê ji zarê United Pressê, Ev lêkoler dibêjin Hişê Çêkirî bêyî hewcetiya bi nirxandin û analîzên dûr û dirêj an ceribandinên klînîkî, di nava daneyên pizîşkî yên hêsan-bidesthatî ji zarokan di temenê 2 sal û kêmtir da, bi dû hin rêç û mînakan digire. Bernameya nasyar bi AutMedAI li testên pêkhatî bi bikaranîna daneyên têkildarî 12 hezar zarokan karî derdora sedî 80 ji zarokên tûşbûyî bi Otîsmê nas bike.
Lêkoleran ragihandin ku bi awayekî taybet, taybetmendiyê weke yekem girnijîna zarok, yekem kurtehevoka ku hatiye gotin û hebûna pirsgirêkan di xwarinê da ji wan dane û zanyariyan in ku alîkarî dane pêşbînîkirina Otîsmê.
Têderxistina pêşwext a Otîsmê ji vê hêlê va giring e ku zarok çiqasî zûtir werin dermankirin, ewqasî dê dermankirina wan serkeftî be.
Lêkoler niha ji bo zêdetirkirina karayîya vê bernmeya Hişê Çêkirî dixebitin.