Tebax 11, 2024 17:47 Asia/Tehran
  • Peykereke 3000 salî ku şopa tiliyê çêker li ser hat keşifkirin

Peykereke kevnar a ji hiriyê ku tê gotin kevnatiya wê vedigere sedsala 9 an 10an a beriya Mîladê û Serdema Hesin, kurteawirekê li ser jiyana bav û kalên me raber dike.

Li gorî rapora ISNA'yê, Kevnarenasan peykereke balkêş a aîdî Serdema Hesin ku bi îhtimaleke zêde ya sedsala 9 an 10an a beriya Mîladê ye, li binê golekê li Îtalyayê keşif kirin.

Serdema Hesin dawîn dewre ji sê serdemên dîrokî yên metalê piştî Serdema Bronz e ku ji beriya dîrokê (beriya dîroka tomarkirî) dest pê dibe û digihêje dewreya pêş dîrokê (beriya dîroka nivîskî).

Wisa xuya dike ku ev berhema hunerî xwedan giringiyeke mezhebî bûye û karzan bawer in ku ji cihekî hatiye ku demekê cihê jiyan û niştecihbûnê bûye û niha ketiye bin avê.

Karzan hêvîdar in ku bi lêkolîna li ser vê peykera Serdema Hesin, têgihîştineke kûrtir ji jiyana Îtalyaya Kevnar bi dest bînin.

Ev keşif li malpera Kevnarenasiya Bin Avê (Gran Carro di Bolsena) li Ayolaya Îtalyayê pêk hatiye.

Lêkoleran di vê keşifkirinê da peykereke axînî ji binê Gola Bolsênayê ku goleke volkanîk e dîtin. Ev peyker weke bedena jinekê ye ku hema bêje mezinahiya wê qasî kefa dest e.

Karzan teqez dikin ku peykerên ji hirîyê yên weke vêya bi giştî li goristan û cihên têkildarî rêûrismên binaxkirina miriyan tên dîtin. Lê ev yek li cihekî hatiye dîtin ku demekê cihê jiyanê bûye.

Lêkoleran dîtin ku ev peykera axînî bi awayekî berbiçav hatiye parastin; bi awayekî ku hîn jî şopa tiliyê çêkerê wê li ser tê dîtin. Ew dibêjin ev peyker zêdetir dişibe nimûneyeke seretayî ya peykeran û hîn wek berhemeke hunerî nehatiye temamkirin.

Navçeya Gran Carro di Bolsenayê navçeyeke volkanî ya çalak e; ev keşfa vê dawiyê amaje bi raboriyekê dike ku heta sala 1991ê heta radeyeke zêde wek nenas mabû.

Serepeyv