Dadgeha Federal a Amerîkayê; Google pawanxwaz e
Dadwerekî li Amerîkayê hikm da ye ku Google monopolîst û pawanxwaz e û ragihandiye ku vê hûta teknolojiyê qanûnên dijî pawanxwaziyê binpê kirine. Tevî ku rewatiya qanûnî ya girêbesta 20 miliyar dolarî ya Google digel Apple'ê jî xistiye ber pirsê.
Li gorî rapora ISNA'yê, Dadwerekî Dadgeha Federal a Amerîkayê ragihandiye ku vê kompaniyê tevî pawanxwaziyê, serdestiya xwe li ser bazara lêgerîna înternetî jî sepandiye.
Google'ê dil heye dijî vî hikmî derkeve û angaşt dike ku ev hikm bi awayekî ne-edlane berdestbûna vê matora lêgerînê ya sereke sînordar dike.
Hikmê Dadwer Amît Mehta nîşan da ku Google'ê xizmetên lêgerîn û reklamê xistine bin pawana xwe; encama ku dikare şêwaza danûstandina xelkê digel Înternetê biguherîne.
Mehta di hikmê xwe da ragihandiye: Dadgeh piştî vekolandina deqîq û nirxandina belge û şehediyan gihîştiye vê encamê ku Google pawanxwazek e û ji bo parastina pawana xwe xebitiye. Vê dadgehê her wiha girêbesta Google'ê digel Kompaniya Apple'ê bi bihayê 20 miliyar dolarî neqanûnî zanî.
Ev biryar ji biryarên herî giring ên dijî pawanxwaziyê di dehsaliyên vê dawiyê da ye ku di şerekî hiqûqî navbera Wezareta Dadweriyê ya Amerîkayê û kompaniyeke herî bihêz a teknolojiyê ya cîhanê hatiye dayîn.