Tebax 02, 2024 17:05 Asia/Tehran
  • Ximava Çapkera sêrehendî ji kevzê hat çêkirin

Lêgerîna ji bo materyalên pêkênera ximavên sazgar digel jîngehê lêkolerên Almanî sewqî karistanên şînkirina hûrekevzan va kirin ku şilaveke Biyomes (Biomass) a vegerbar dabîn dikin.

Li gorî rapora ISNA'yê ji zarê Advanced Science News'ê, Lêkolerên Almanî şêwazeke nû ji bo bikaranîna hûrekevzan bo çêkirina ximava hewce di çapkera sêrehendî da afirandin.

Hûrekevz fîtoplanktoneke mîkroskopî ye ku bi giştî di nav ava şîrîn û deryayî da tê şîn dibe. Ev hûre-organîzm dikare platformeke sazgar digel jîngehê ji bo bazara ber bi geşbûnê ya çapkirina sêrehendî raber bike.

Çapkirina sêrehendî pêvajoyek e ku ji aliyê komputerê va tê kontrolkirin û madeyên hişk bi awayê qat bi qat li ser hev datîne û tiştên sêrehendî bi bikaranîna ronahî yan skena leyzerê çê dike. Madeyên hişk ji ximav an jî rezîna (resin) şilavî tên çêkirin.

Çapkirina sêrehendî li pêşesaziyên ku parçeyên cûrbicûr ji bo kemilandina berhemên xwe bi kar tînin, bi awayekî zehf giring bûye. Ev pêşesazî weke pizişkî, çêkirina erebeyan, Hewa-Feza û yên din e. Pêşesaziya çapkirina sêrehendî digel gellek pirsgirêkan rûbirû ye, ji ber ku zanyar bi dû zêdekirina leza pêvajoyê û her wiha erzantirkirin û biçûktirkirina çapkerên leyzerê yên sêrehendî ne.

Eva Blasco Lêkolera Zanîngeha Heidelbergê got: Kevz dikarin ji bo çêkirina ximava çapkirina sêrehendî bi bikaranîna tekniolojiya leyzer-bingeh a bi navê "Çapkirina leyzerê ya sêrehendî ya du-fotonî" werin bikaranîn.

Serepeyv