Tîrmeh 25, 2024 17:56 Asia/Tehran
  • Mêwe; çekeke nihênî li hemberî tengijîn û damayîna ji ber jordaçûna temen

Eger wek ku tê gotin xwarina sêvekê di rojê da jmirov ji serîlêdana li pizîşk dûr digire, vêca li gorî lêkolîneke nû, veguherîna wê bo saladeke mêweyan dikare heta zêdetir i wê alîkariya mirov bike û xetera diyarbûna nîşaneyên tengijîn û damayînê bi zêdebûna temen bi awayekî berbiçav kêm bike.

Li gorî rapora ISNA'yê, Lêkolerên Zanîngeha Neteweyî ya Sîngapûrê (NUS) dane û zanyariyên 13 hezar û 738 beşdaran hema bêje di heyama du dehsalan vekolandin û tê gihîştin, kesên ku derdora sê nobetan di rojê da yan zêdetir mêweyan di serdema navnînsalî û navseretiyê yê jiyana xwe da dixwin, sedî 21 kêmtir tûşî xetera tûşbûna bi tengijîn û damayînê di salên din da dibin.

Ev nîşane ne tenê yên tengijînê, belkî bêxewî, têgihîştin, lawaziya baldariyê û zêdebûna westiyanê bûn.

Lêkolîna ku li Sîngapûrê pêk hat nîşan da li nav 14 mêweyên ku li cîhanê zêdetir tên xwarin Zebeş, Pirteqal, Naringî, Mûz û Sêv hene û nobeteke mêwexwarinê bi giştî beranber bû digel sêveke navîn yan fincaneke tûfiringiyê.

Li gorî gotina lêkoleran, wisa diyar e ku berdewamkirina xwarina mêweyan ji temenê 40 heta 65 saliyê ya girig e û dikare wek rêyek ji bo parastina saxlemiya derûnî di dehsaliyên din da were berçavgirtin.

Serepeyv