Tîrmeh 18, 2024 15:44 Asia/Tehran
  • Şêwazeke nû ya Vejiyandina Dil di 3 deqeyan da hat raberkirin

Zanyarên japonî şêwazeke vejiyandina dil a 3 deqeyî ji bo rewşên awarte afirandine ku li gor angaşta wan ev şêwaz ji bo alîkariya di şert û mercên awarte weke êrîşên terorîstî û wekî din hatiye darêştin.

Li gorî rapora ISNA'yê, Komeke lêkolerên Zanîngeha Tohokoya Japonê ragihandine ku gullereşandina mirinbar a Tîrmeha 2022an li ser Şênzo Abê Serokwezîrê berê yê Japonê wek îlhamderek ji bo darêştin û raberkirina vê şêwazê bûye.

Li gorî rapora ajansa japonî ya JIJI PRESS'ê, Ev şêwaz ji aliyê Yasoyokî Şîrayşî Zanistyarê Enstîtûya Geşatî, Kalbûn û Şêrpenceyê ya Zanîngeha Tohokoyê û endamên tîma wî va hatiye pêşxistin.

Vê tîma lêkolînî di daxuyaniya xwe da ragihand: Eger em bikarin xwînhatinê rawestînin û Torakotomîya Awarte (Neştergeriya ji bo gihîştina bo atmosfera Ploral a Qefsingê) pêk bînin, ev şens heye ku em bikarin nexweş ji mirinê bifilitînin.

Ev şêwaza sê deqeyî pêkhatî ji dabeşkirineke deqîq a erkan ji bo êminkirina rêya nefeskişandinê ya nexweş, pêkanîna Torakotomîya Awarte, kontrola xwînhatinê û guhestina xwînê ye ku gişt bilez û di heyama sê deqeyan da ji bo destpêbûna dubare ya geriyana xwînê pêk tên.

Ev pêvajo pêk hatiye ji qulkirina Zikokê Çepê yê dil (left ventricle) ji bo girêdana pompeke çêkirî di heyama pêkanîna vejiyandina awarte û danîna boriyan li rex hev e. Piştra pomp li xwînbera Femoral (Femoral artery) tê girêdan da ku herrikîna xwînê ji bo vegerandina  geriyan xwîn bo dil û ji dil pêk bîne.

Li senaryoyên ku girêdan bi rêya Xwînbera Femoral ji ber cihê derbeyê bi kêşe ye, vê şêwazê hewceyî bi êminkirina rêgeheke dewsgir heye.

Ji bilî vê yekê, ev sîstem her wiha derfeta zêdekirina pişikeke (sîh) çêkirî ji bo babetên ku zirara pişikan heye, dabîn dike.

Lêkoler dibêjin, heyama demê ya pêşîgirtina li mirina mejî piştî rawestiyana geriyana xwînê tenê sê deqe ye û şêwzek ku bikare di vê heyamê da geriyana xwînê vegerîne, gellekî bingehîn e.

Ev tîm niha ji bo pêşxistin û xebitandina vê şêwazê plan dadirêje.

Serepeyv