Tîrmeh 17, 2024 17:09 Asia/Tehran
  • Komcivîna Neteweyî ya 'Hişê Çêkirî di Fêrkirin û Hînbûnê da' dê were lidarxistin

Yekem Komcivîna neteweyî ya 'Hişê Çêkirî di Fêrkirin û Hînbûnê da' dê bi piştevaniya Cîgirtiya Zanistî, Teknolojûî û Aboriya Zanistbingeh a Serokkomariya Îranê were lidarxistin.

Li gorî rapora ISNA'yê Yekem Komcivîna neteweyî ya 'Hişê Çêkirî di Fêrkirin û Hînbûnê da' bi armanca nasyariya digel teknolojiyên nûdiyarbûyî û karayîya wan di Fêrkirin û Hînbûnê da, naskirina pirsgirêkan û qabiliyet û îcadkirina atmosfera danûstandin û hevkariyê, her wiha şêwazên pîvandin û nirxandinê li gorî teknolojiyên nûdiyarbûyî li Tehranê dê were lidarxistin.

Di vê komcivîna Hişê Çêkirî da, fêrkariya pizîşkî û miyhendisî, berhemanîna naverokê û plandarêştina fêrkariyê, geşepêdan û baştirkirina çavkaniyên mirovî, pîvandin û nirxandina fêrkariyê, Hişê Çêkirî di pêşeroja fêrkariyê da û têbîniyên exlaqî û her wiha têkiliya Hişê Çêkirî û dibistanan dê bikeve ber behs û gotûbêjê.

Ev teknolojî bi analîzkirina deqîq a daneyên fêrkariyê, ji bo xurtkirina pêvajoya nirxandina xwendekaran û raberkirina bersiv û encama bilez û bibandor alîkar e.

Li gorî ragihandina Cîgirtiya Zanistî ya Serokkomariyê, ev komcivîn dê roja 18ê meha Mêhrê (8ê Cotmehê) were lidarxistin.

Serepeyv