Tîrmeh 09, 2024 16:35 Asia/Tehran
  • Sepana hînbûna Zimanê Çînî bi sûdwergirtina ji Teknolojiya Hişê Çêkirî

Kompaniyeke îranî ya Zanistbingeh karî sepaneke hînbûna Zimanê Çînî bi sûdwergirtina ji Teknolojiya Hişê Çêkirî damezirîne; sepana ku şêwazeke taybet a hînbûnê girtiye ber xwe û girêdayî bi zanista zimanî ya bikarêneran astên cûrbicûr ên hînkirinê raber dike.

Li gorî rapora ISNA'yê, Nasir Mehmûdî Rêveberê Giştî yê vê kompaniya zanistbingeh li ser şêwaza xebata vê sepanê got: Ev sepan bernameyek ji bo hînbûna Zimanê Çînî ye ku tê da Hişê Çêkirî hatiye bikaranîn.

Şêwaza xebatê bi vî awayî ye ku destpêkê şêwaza resimandina tîpeke çînî ji bikarêner ra tê nîşandan û di dewamê da fêrxwazê ziman wê tîpê dinivîse û eger pirsgirêkek hebe jê ra 'hint' tê nîşandan û ji bo nivîsîna durist alîkariyê dide wî.

Wî her wiha got: Fêrxwaz girêdayî bi zanista xwe di Zimanê Çînî da asta têkildar dibijêrin û dest bi hînbûnê dikin. Her wiha hin ezmûn ji bo pîvandina pisporî û serdestiya fêrxwazan heta asta ku hîn bûne, hene. Ev berhem di du versyonên Andriod û iOS û li Google App û App Store'ê hatiye raberkirin.

Li gorî gotina Mehmûdî, ji ber ku ji bo koçberî û domandina perwerdehiyê li welatekî nasyariya digel zimanê wî welatî ji babetên pêwîst e, fêrxwaz bi alîkariya vê sepanê dikarin bi rehetî li malê û bi xercê herî kêm Zimanê Çînî hîn bibin.

Serepeyv