Kîjan xwaremenî bi lez mirov qelew dikin?
Xûrî yan jarbûna bedenê dikare têkildarî nexweşî yan aloziya di xwarinê da be; loma ji bo hin kesan giring e ku giraniya bedena xwe zêdetir bikin. Pisporên xwarinê di vî warî hin xwaremenî anku madeyên xwariniyê tewsiye kirine.
Li gorî rapora IRNA'yê ji zarê malpereke fransî: Qelewî û giraniya zêdebarî pirsgirêka gellek kesan e. Berovajî vî mijarê jî rat e: Hin kesên gellekî jar hez dikin giraniya bedena xwe zêdetir bikin û ji ber vê yekê xwarinên çewr û şîrîn dixwin; lê heta gramek jî li giraniya wan zêde nabe.
Alexandra Murcier pisporê xwarin û diyetê bawer e ku ji bo zêdekirina giraniya bedenê bêyî ku tenduristî tûşî xeterê were, divê mirov bizane ku çi xwaremeniyan dayîne nav lîsteya xwe ya xwarinê. Beriya her tiştî divê em bizanin ku giraniya me di her astekê da be, xwarina zêdebarî ya hin xwaremeniyan li dijî tenduristiyê ye. Loma heta kesên ku dixwazin qelew bibin divê xwarina şîranî, şokolat, hemberger, goştê sar, nûşave û xwarinên din ên çewr û şîrîn sînordar bikin.
Murcier dibêje: Hin kes ji hêla fîzyolojîk va xwedan giraniya guncan an jar in; loma zêdekirina giraniyê ji bo wan dijwar e. Eger ev kes her tiştê ku dikeve destê wan bixwin ku qelew bibin, dibe ku tenduristiya xwe tûşî xeterê bînin.
Ev pisporê şîret dike ji bo ku mirov bi şêwazeke hema bêje saxlem giraniya xwe zêdetir bike, xwarinên pirr-enerjî bixwe:
Xwarina çewriya zêdetir. Ji bo zêdetirkirina giraniyê mirov dikare di pergala xwe ya xwarinê da nivîşk, toyê û nemaze rûnên giyayî bixwe ku ji hêla xwarinê va baştir ji nivîşk an toyê ne; her wiha esîdên çewr ên tije li wan kêmtir e. Esîdên çewr ên tije bandoreke ziyanbar li pergala dil - demaran dikin.
Xwarina xwaremeniyên tijî nîşanste (starch) weke birinc, makaronî û nan ku çirratiya enerjiyê di wan da zêde ye û asteke kaloriyê ya diyar ji bo zêdekirina giraniya bedenê dabîn dikin, tê pêşniyazkirin.
Bikaranîna Proteînê divê were zêdekirin. Nemaze eger mirov bixwaze girseya masûlkeyan di bedena wî da zêdetir bibe; lê divê haya mirov jê hebe ku pergaleke xwarinê ya bi proteîna zêde negire ber xwe, ji ber ku encama berovajî tîne.
Şîreta pirporan ev e ku mirov di pergala xwa ya xwarinê da teqerz proteînên giyayî weke nîsk, nok, liwîyê sor (fasolî) zêde bi kar bîne; ji ber ku ji bo tenduristiyê sûdmendtir û tijî ne Kerbohîdratê ku giraniya bedenê zêdetir dikin.