Gelo GPTChat henekbaztir ji mirovan e?
Zanyaran lêkolînek kirin da ku tê bigihêjin mirov zêdetir bi qerf û pêkenokên mirovan dikevin an yên GPTChat'ê; ew tê gihîştin ku GPTChat henekbaztir ji mirovan e.
Li gorî rapora IRNA'yê ji zarê Tech Explorerê, Zanyaran di lêkolînekê da qerf û pêkenokên mirovan û yên GPTChat'ê hevrû kirin.
Di vê lêkolînê da ku li Kovara Zanistî ya PLOS ONE'ê da hat weşandin, berteka beşdarên lêkolînê li hemberî pêkenokên çêkirî bi rêya GPTChat û mirovan hatin berhevdanîn û di dawî da GPTChat bi er ket.
Drew Gorenz berbijêrê Doktoraya Derûnnasiya Civakî li Zankoya Wêne, Huner û Zanistê ya USC Dornsife'ê got: Ev lêkolîn pêk hat da ku were diyarkirin ka Hişê Çêkirî dikare ji bo kenandina mirovan baştir ji wan bixwe bixebite yan na.
GPTChat nikare hestan tê bigihêje lê baştir ji mirovekî asayî pêkenok û qerfan dibêje. Ev lêkolîn nîşan dide ku ji bo gotina pêkenokeke bi rastî baş, hewcetiya mirov bi hestkirinê tune.
Di vê lêkolînê da bi giştî nêzikî sedî 70 ji beşdaran, pêkenokên çêkirî bi rêya GPTChat'ê pêkenîtir û balkêştir ji yên çêkirî ji aliyê mirovan nirxandin; di halekî da ku wan nizanîbû kê ew pêkenî çê kirine.