Tîrmeh 02, 2024 19:15 Asia/Tehran
  • Teknolojiya Rastiya Zêdekirî birêveçûna kesên kêmbîna digherîne

Hin lêkolerên Zanîngeha Polî Teknîka Hond Kongê û Zanîngeha Waterlooya Kanadayê amûreke nû çê kirine ku bi bikaranîna Teknolojiya Rastiya Zêdekirî (Augmented reality) dikare kontrol û birêvebirinê ji bo kesên kêmbîna an bi kêşeya bînahiyê biguherîne.

Li gorî rapora IRNA'yê ji zarê Tech Explorerê, Ev amûr hîseke nû ya palpiştiya bi xwe û serbestiyê ji bo van kesan dabîn dike.

Ev projeya lêkolînî bi sernavê "Şopandina berbendan bi Rastiya Zêdekirî) (ObstAR) bi rêveberiya Alên Çiyong mamosteyê Zankoya Optometriyê ya Zanîngeha Polî Teknîka Hong Kongê bi hevkariya digel Ben Tampson ji Zankoya Bînahî-Pîvandin û Lêkolînên Bînahiyê ya zanîngeha Waterlooya Kanadayê pêk hatiye.

Armanca van lêkolînan, çêkirina amûreke birêvebirinê li ser bingeha Teknolojiya Rastiya Zêdekirî (AR) ye ku alîkariya kesên tûşbûyî bi nivîşkaniya bînahiyê bike da ku girêdayîbûna xwe bi alavên alîkar ên nasyar weke gopalê taybetî meşiyanê yan alîkarîxwestina ji kesên din bigihîne asta herî kêm.

Ev amûr ji bo xurtkirina şiyana naskirina hawîrdorê û dûrbûna ji berbendan, rêze-algorîtmên pêşketî digire xizmeta xwe ku babetên weke dûrmayîna ji berbendan, naskirina tiştan, naskirina sehneyê, naskirina nivîsan û naskirina liv û tevgeran digire ber xwe.

Yek ji warên sereke ku ev lêkolîn bala xwe didin ser, naskirina zemîneyên taybet ên eleqedar (AOIs) weke Çirayên Trafîkê, Xetên Rêwiyên Peya, Fitilên tund û Benêrên mezin e. Ev rênîşandana kesanekirî dikare gellek sûd û mifayan ji bo wan bikarêneran bîne ku berdewam ji heman rêgehên hertimî derbas dibin; ji ber ku ev sîstem dikare Piştevaniya Siparîşkirî (customized) li gorî nasyariya wan digel hawîrdorê dabîn bike.

 

Serepeyv