Hezîran 30, 2024 17:57 Asia/Tehran
  • Bi xêra Hişê Çêkirî Google'ê 110 zimanên nû girtin nav xizmeta wergera xwe

Google'ê piştrast kir ku 110 zimanên nû li Google Translate'ê (Xizmeta Wergerê ya Google) hatine zêdekirin.

Beriya vêya Xizmeta Wergerê ya Google'ê nasyar bi "Google Translate" xizmetên wergerê ji/bo 133 zimanan dabîn dikir; lê niha 110 zimanên nû jî lê hatine zêdekirin û ev yek wek pêşketineke berbiçav tê zanîn.

Google'ê ragihandiye ku Modela zimanî ya mezin a PaLM 2 alîkriya Google Translate'ê di hînbûna zimanên nû kiriye. Ev model bi taybet di hînbûna zimanên têkildarî hevûdu weke Avadhi û Marwadi (zimanên nêzikî Hindî) û zimanên kreol ên fransî weke kreol-seselwa û Morîsyen-Kreol gellekî serkeftî bûye.

Lîsteya zimanên nû yên zêdekirî li Google Translate'ê her wiha Zimanê Kantonî (Cantonese) digire ber xwe ku ji zimanên herî zêde daxwazkirî ji aliyê bikarêneran va bûye.

Li gorî ragihandina Google'ê, Ji ber ku Zimanê Kantonî di nivîsînê da pirranî weke Zimanê Mandarînê ye, peydakirin û hînkirina modelan ji bo wî dijwar e. Nêzikî yek jj çar zimanên nû yên parzemîna Afrîqayê ne.

Serepeyv